3 jinên ku Talîban piştî êrişa ser Radyo Begum binçav kir, wenda ne
Hêzên îstîxbaratê yên Talîbanê ku her roj bi pêkanînên xwe yên dermirovî tên rojevê, vê carê jî avêtin ser avahiya radyo Begum û xebatkarên wê binçav kirin. 3 jinên ku ji radyoyê hatin binçavkirin, wenda ne.

BAHARAN LEHÎB
Kabil – Talîbanê, di nava sê salên dawî de êrîşî saziyên medyayê kir, hinek rojnamegeran girt û bi taybetî îstastonên radyoyan girt. Hedefa dawî jî Radyo Begum bû.
Radyo Begum, piştî ku Efganistan ket destê Talîbanê hat avakirin. Radyo ji aliyê jina Efgan Meryem Emînî ya hemwelatiya Fransayê ve dihat fînansekirin. Hinek çavkanî, îdia dikin ku bi agahiya Talîbanê weşanê dikir, lê beriya çend rojan yekîneyên îstîxbarata Talîbanê avêtin ser avahiya radyoyê. Roja serdagirtinê, rêveberên radyoyê li avahiyê nebûn, xebatkarên wê weke her rojê karê xwe dikirin.
Serdegirtina bi hêzên çekdarî
Ji bo em agahiyan der barê roja serdagirtinê de bigrin me bi yek ji xebatkarên radyoyê Şekûriye Şefa re hevdîtin çêkir.
Şekûriye Şefa da zanîn ku dora saet 10’an de avahiya radyoyê ji aliyê wesayîtên leşkerî yên Talîbanê ve hatiye dorpêçkirin û wiha pê de çû: “Şeş endamên çekdar ên Talîbanê ketin hundir, gefan li me xwarin û heqaret kirin. Bi zorê em xistin odeyekê, dû re li her derê ofîsê lêgerîn kirin. Li hemû kompîtur û telefonên me nihêrtin."
Lêgerîna bi darê zorê
Şekûriye, got ku di dema serdagirtinê de bi zorê li ser xebatkarên jin lêgerîn kirine û wiha domand: "Zorê dan ser peywirdara ewlekariyê ya jin a li ofîsa me ku lêgerînê li ser me bike. Gef lê xwarin û gotin ger tiştek bi guman bibîne û ji wan re nebêje ew ê jî sûcdar be."
‘Sê hevalên me birin ji wê rojê ve me ew nedîtine’
Şekûriye diyar kir ku Talîbanê bi saetan ew girtine û lêpirsîn kiriye û wiha got: "Du saet şûnde du endamên Talîbanê yên bi çek li ser serê me sekinîn. Paşê çend kesên din ketin hundir û ji lîsteya ku berê amade kiribûn, navan xwendin. Navê min jî di lîsteyê de hebû. Her kesê lêpirsîn kirin, heqaret kirin û xwestin der barê malbatên wan de agahiyan bistînin. Min birin odeyek cuda. Bi me de qêriyan, derbarê mal û malbatên me de tiştan pirsîn. Dema ku telefona min paşve dan min, gotin divê em heta êvarê bisekinin. Di dema ku roj diçû ava de, destûr dan em biçin, lê sê hevalên me bi xwe re birin. Ji wê rojê ve me ew nedîtine."
Di navbera komên cuda de her dem alozî heye
Şekûriye, diyar kir ku bi qasî dibînin di nava Talîbanê de reqabeta ji bo hêzê heye, difikire ku dê ev yek rejîmê qels bike û wiha dibêje: "Di nava Talîbanê de reqabeta ji bo desthilatdariyê heye. Di navbera komên cuda de her dem alozî heye. Ez bawer im dema ku ev pevçûnên navxweyî bi berxwedana gel, bi taybetî ya jinan bidome, ewê dawî li rejîma Talîbanê were."
‘Em ê hesab ji van zaliman bipirsin’
Şekûriye Şefa herî dawî got ku têkoşîna jinên Efgan didome û dê tu carî serî li ber zextên Talîbanê netewînin û vê peyamê da: "Dibejin qey dê bi van zextan me bidin sekinandin, lê xwe dixapînin. Dê jin hêza xwe mezin bikin û dê roj were em ê hesab ji van zaliman bipirsin."
Qedexeyên rêveberiya Talîbanê
Di van sê salên ku Talîbanê Efganistan kiriye bin kontrola xwe de, ne tenê jin, aktîvîstên mafên mirovan, zarok, bikarhênerên medyaya dîjîtal, perwerdekar, leşkerên rejîma berê û jinên muxalif jî, bi girtin, îşkence, sûîqest û zextan re rûbirû man. Di van êrîşan de, rojnameger jî bûn hedef; xebatkarên medyayê neçar man her roj bi şîdet, gef û sansurê re têbikoşin.
Li gor rapora sala 2004’an a Rêxistina Piştgiriya Rojnamegerên Efganistanê; li welat 181 xebatkarên medyayê rastî şîdetê hatin. Di dema van bûyeran de, saziyên medyayê ji ber gefa Talîbanê hatin girtin, êrîş li dijî rojnamegeran çêbûn, hatin binçavkirin û ji kar hatin derxistin.
Li gor rapora Navenda Rojnamegerên Efganistanê ya sala 2023’yan jî Talîban ji bo zexta li ser medyayê zêde bike, 17 caran ferman daye. Çend ji van fermanan ev in:
“Divê xebata jinan di radyo û televîzyonên dewletê de were qedexekirin. Divê dayîna nûçeyên xwepêşandanên protestoyî û tevgerên bêîtaetiya sivîl werin qedexekirin. Li ser çapemeniyê were ferzkirin ku rêveberiya Talîbanê weke hikumeta fermî ya Efganistanê bide nasîn.
Di radyo û televîzyonan de qedexekirina weşanên muzîkê
Di rêzefîlman û fîlmên sînemayê de nîşandana lîstikvanên jin bê qedexekirin. Di saziyên medyayê de qedexekirina xebata bi hev re ya jin û mêran, divê hevpeyvîn li gorî cudakariya zayendî bên çêkirin. Qedexekirina fîgurên dijberî Talîbanê û çêkirina hevpeyvînên bi muxalifan re. Qedexekirina weşanên saziyên madyaya navneteweyî li Efganistanê. Di naveroka reklaman de qedexekirina mijarên siyasî, ewlehî yan jî civakî. Qedexekirina rexnekirina rayedarên Talîbanê ya ji aliyê medyayê ve. Di platformên medyayê de qedexekirina dengê jinan.”
Her wiha ji aliyê Talîbanê ve bi “Wezareta Emr-î Maruf û Nehy-i Munker" di çarçoveya zagona nû ya hatiye pejirandin de, li hinek herêman weşanên televîzyonan bi temamî hatine rawestandin û weşanên zindî qedexe ne.