3’emîn Konferansa Jinên Îraqî destpê kir

3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hat organîzekirin bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ li Bexdayê destpê kir.

Bexda – 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or ya çand a ji bo jin û zarokan li li hola Qesr El-Sedîr a Bexdayê destpê kir. Konferans bi dirûşma ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ tê lidarxistin.

Piştî yek deqe rêzgirtina ji bo giyana kesên di Fermana 74’an a çeteyên DAIŞ’ê bir ser Şengalê de jiyana xwe ji dest dan axaftina vekirinê ji aliyê endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Ferîde Şengalî ve hat kirin.

Ferdîde Şengalî di axaftina xwe de kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Em di 10’emîn salvegera fermana 3’ê meha 8 a 2014’an de a li ser civaka Êzidî pêk hat de ne. Di serî de em  qurbaniyên fermana 74 an bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî bîranîna wan ditewînin. Civaka Êzidî xwedî çand, ol bawariyek kevnar ya hezarê salan e, ji bo parastina ol bawariya Êzdiyatiyê. Jina Êzidî her tim xwedî tekoşîn û berxwedanek bi wate bûye. Ji ber civaka Êzidî civakek aştîxwaz e, tu carî êrîşî tu gel ango netewekî din nekiriye. Lê sîstema deshilatdar her dem xwestiye koka mirovahiyê, çand, bawariyên kevnar yên tevahî netewan ji holê rake. Yê ku bûn qurbanê van komkûjî û fermanan ne tenê civaka Êzidî bû. Di heman demê de gelên Ereb, Mesîhî, Kurdên Filî, Kakayî, Ermen hemû rastî komkûjiyan hatine.”

‘Hê çarenûsa bi hezaran jinan ne diyar e’

Ferîde Şengalî bal kişand ser fermana sala 2014’an, da zanîn ku hê jî çarenûsa bi hezaran jinên di fermanê de hatine revandin ne diyar e û wiha got: “Rastî ew e ya ku her dem dibe qurbaniya van fermanan jin û zarok in. Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî 74 fermanan hatiye. Femanên herî zêde li ser civaka me pêk hatî bi destê Osmaniyan pêk hatiye. Fermana herî dawî di sedsala 21’emîn de di 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ve li ser civaka Şingalê, li ber çavê cîhanê hat jiyan kirin. Di  fermanê  de  herî zêde jin û zarok bûn qurubanî. Di kesayeta jina Êzidî de civaka Êzidî di qirkirinê re desbas bû. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Heya niha bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî di destê hovên DAIŞ’ê de dîl girtîne û çarenûsa wan ne diyar e. Bi hezaran hatin îşkence kirin û kuştin. Jinên Êzidî bi destê DAIŞ’ê li bazaran hatin firotin hatin tecawiz kirin, ol û bawariya wan bi zorê dan guhertin. Bi dayîkan goştê zarokê wan dane xwarin. Zarokên Êzidî bi zorê xistin leşkerên xwe. Her wiha bi deh hezaran mirovên Êzidî ji cîh û warên xwe koçber bûn û Şengal hat wêran kirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hiceta civaka Êzidî xwedî olekî cûda ne ferman pêk anîn. DAIŞ’ê li Şengalê cîhên pîroz û qûbên Êzidîyan teqandin, cihê pîroz ya civaka muslimanan teqandin û cihê pîroz ya civaka mesîhiyan teqandin. Her wiha  bi dehan gorên komî hatin çêkirin, bi dehan hatin vekirin û bi dehan hîna nehatine vekirin. Tê zanîn vê dema dawî li Til Eferê gora komî hat vekirin ku nêzî du hezar cenaze tê de hatine dîtin.”

‘Jin li ber xwe dan û radest nebûn’

Ferîde Şengalî bal kişand ser berxwedaniya jinan a di fermanê de û wiha got: “Her kes dizane ku kê Şêngal neparast û reviyan û civaka Êzidî di nava destê çeteyên DAIŞ ê de hiştin. Hêzên ku di wê demê de li Şengalê serwer bûn, Şengal firotin DAIŞ’ê û pişta xwe dan civaka Şengalê. Di fermanê de jinên Êzidî yên ku destdirêjiya DAIŞ’ê qebûl nekirin dawî li jiyana xwe anîn û li ber xwe dan. Bi dehan jinên Êzidî xwe ji zinaran avêtin, demarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Wek şehîd Cîlan û şehîd Zêrê. Her wiha jinên ku li hemebrî DAIŞ’ê şer kirine û bûne sembola berxwedanê wek dayê Gulê hene. Di 6’ê hezîrana sala 2016’an de 19 jinên Êzidî yên ku baweriya xwe neguhertin, li bajarên Musilê di meha Remezanê de zindî di qefesên hesin de hatin şewitandin.”

‘Êşa jinan yek e’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna jinên Êzidî û girîngiya konferansê û wiha got: “Ji bo carekî din ferman dubare nebin, jin ji qirkirinê re derbas nebin, bikarin xwe û civaka xwe biparêzin jinên Êzidî piştî fermana 74’an xwe ji hemû milan ve birêxistin kirin. Êşa ku jin û civaka Êzidî jiyan kirî îro em di vê konferasê de bi hev re parve dikin. Êşa me jinan yek e, li ku dibe bila bibe êrîşên li ser jinan bi yek armancê û bi zihniyetê baviksalarî ne. Di roja îro de li seranserî cîhanê, her roj jin rastî êrîş, tundî, destdirêjî û bê mafiyê tên. Ji bo vê yekê ev konferasa jinên Iraqê ji bo salvegera 10’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi dirûşma “Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk xwedî girîngî û wateyek dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku yekîtî û têkoşîna jinan ya hevbeş wê rê li pêşiya qirkirina jinan bê girtin. Em jin bi yekîtî û rêxistinkirina xwe, hesab ji DAIŞ’ê û hevkarên wan bixwazin. Di dawiyê de em carek din bi xêr hatin û sipasiya mêvanên hêja dikin, ku di vê konferansê de amede bûne.”

Konferans bi mijarên ku dê bên nîqaşkirin didome.