279 xwendekarên ku li Nîjeryayê hatibûn revandin hatin berdan

Hat ragihandin 279 xwendekarên ku di êrişa li dibistana şevê ya li Nîjeryayê hatibûn revandîn hatin berdan.

 
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku 279 xwendekarên ku ji dibistana şevê ya li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê hatibûn revandin hatin berdan.
Hat diyarkirin ku di êrîşa çekdarî ya hefteya borî de 317 xwendekar hatin binçavkirin. Berdevkê eyaleta Zamafara Suleyman Tanau Anka diyar kir ku di dema êrişa li bajarê Jangebe de, çend xwendekarên ku çûne herêma daristanê bi karî bûne birevin. Walî Bello Matawalle got: "Ez pir kêfxweş im xwendekarên ku li Jangebe hatibûn revandin hatin berdan.”
Boko Haram bi sedan zarok revandibû
Dibistanên şevê yên li Nîjerya dibin hedefa êrişên Îslamciya radikal Boko Haram  de ye. Rêxistina Boko Haram di 2014’an de bi revandina 276 keçan li bajarê Chibok a bakurê Nîjeryayê hate rojevê. Tê diyarkirin ku rêxisti armanc dike ku li bakurê welêt rejîmek Îslamîtî  ava bike, zarokên revandî neçarî êrişên terorîstî kir û îstismara zayendî li wan kir.