273 roj: 10 car ji bo îfadê gazî Emîne Şenyaşar kirin
Emîne Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" 273 rojin di çalakiyê de ne bi hêceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” cara 10 ne îfadeya wê tê girtin.
Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû ket roja xwe ya 273’emîn. Hat zanîn ku bi hêceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” dê îfadeya Emîne Şenyaşar li Miduriyeta Polîsan a Rihayê îfadeya wê were wergirtin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir: “Her kesê ku li ber deriyê edliyeyê nerazîbûnê nîşanî vê neheqiyê nede sûcdar e. Dozgerên ku ditirsin, kesên hevjîn û zarokên wê qetilkirine vexwînin îfadeyê, cara 10’emîne dayikê vedixwînin îfadeyê. Abdulhamît Gul aniye ziman ku ji bo dayikê xemgîn bide!”