26 Partiyên siyasî: Kobanê nasnameyek nayê jêbirin
26 partî, rêxistinên civaka sivîl û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar guhertina navê bajarê Kobanê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve şermezar kirin. Tekez kirin ku ev hewldan beşek ji polîtîkayên înkarkirinê ye.
Navenda Nûçeyan – 26 partiyên siyasî yên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha partî û rêxistinên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jinan, ji ber guhertina navê bajarê Kobanê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ve bo "Eyn El-Ereb", daxuyaniyeke hevpar dan û ev yek şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de banga bi dawîkirina pratîkên ku nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd hedef digirin hat kirin. Partiyan diyar kirin ku "Kobanê" navekî dîrokî yê bajêr e û daxwaz kirin ku ev nav di tevahiya sazî û belgeyên fermî yên îdarî de were bikaranîn.
'Nav beşek ji bîra kolektîf e'
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku navên cihan ne tenê navên îdarî ne, berovajî vê yekê, ew beşeke yekgirtî ya dîrok, çand û bîra kolektîf a gelan in. Her wiha hat destnîşan kirin ku ji nû ve danîna navên Kurdî, ku berê di çarçoveya polîtîkayên erebkirinê û guhertina demografîk de hatibûn guhertin, ji bo edaleta dîrokî xwedî girîngiyeke mezin e.
Kampanyaya "Kobanê nasnameyek nayê jêbirin" berdewam dike
Partî û rêxistinên ku daxuyaniya hevpar îmze kirine, bi bîr xistin ku çalakvan, rojnamevan, endezyar, bijîşk û niştecihên bajêr bi dirûşmeya "Kobanê nasnameyek nayê jêbirin" kampanyayekê dimeşînin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Kobanê bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên DAIŞ'ê di sala 2014'an de li asta navneteweyî bûye bajarekî sembolîk. Her hewldanek ji bo guhertina navê wê yê dîrokî, hewldana tunekirina vê mîratê ye."
Daxwaza naskirinê di destûra nû de
Partiyan di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kirin ku divê pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkeke bingehîn a neteweyî ya Sûriyeyê were dîtin û bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Wan bang kir ku destûra nû ya Sûriyeyê mafên neteweyî, çandî û ziman ên Kurdan garantî bike, beşdariya hemû civakan di rêveberiyê de li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev misoger bike, cudakariyê bi dawî bike û hikûmetek piralî li ser bingeha hiqûqê ava bike.
26 Rêxistinên ku daxuyaniya hevbeş îmze kirine ev in:
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê - Sûriye, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjenkirina Kurdistanê, Yekîtiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Tevgera Îslahê ya Sûriyeyê, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Tevgera Pêşeroja Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê - Rojava, Partiya Civîna Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê (El Partî), Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Muhafezekarên Kurdistanê, Tevgera Îslahê ya Sûriyeyê.