25 jin ji Las Tesisê tên darezandin

Jinên Şiliyê bi boneya “Roja Têkoşîna Li Hemberî Şidetê ya Navnetewî” çalakiya dansa protestoyê ya Las Tesisê lidarxistibûn, li Îzmîrê jî 25 jinên xwestin heman dansê bikin îro derdikevin pêşberî dadgehê.

Navenda Nûçeyan - Xwepêşandana dansê ya ku ji hêla rêxistina femînîst Las Tesisê ve di 25’ê kanûna 2019’an de li ber Wezareta Mafê Jinan û Wekheviya Zayendî ya Şîliyê hat organîzekirin bi heman gotinan li tevahiya cîhanê belav bû. Yek ji welatên heman çalakî lê hatî lidarxistin jî Tirkiye bû. Jinên ku dixwestin dawî li şîdetê bê, bi şidetê hatin belakirin û di derbarê wan de cezayê girtîgehê hat xwestin. 
Di 15 Kanûn 2019 de, jin ji bo protestoya Las Tesis li Îzmir û Stenbolê hatin ba hev. Bi sedan jin li Alsancak a Îzmîrê kom bûn. Jinên ku li ber strana Tirkî û Spanî ya Las Tesis dans dikirin dem dem diruşmên weke, "Hûn ê tu carî bi tenê rê ve neçin" û "bila bav, mêr û jop bên. Bi înad serhildan û azadî.” berz kirin. 
Di çalakiyê de tu destwerdan çênebû, lê piştî bidawîbûnê, ji bo îfadedayînê gazî 25 jinan kirin. Di derbarê jinên ku îfadeyên wan hatin girtin de ji ber, "Qanûna Civîn û Xwepêşandanan binpê kirine" îdianame hat amadekirin û der barê wan de doz hat vekirin. Danişîna yekemîn a 25 jinan dê îro li 7'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza ya Bayrakli ya Îzmîrê bê dîtin.
Las Tesis nayê darezandin!
Hevgirtina Mor bi gotina “Las Tesis yek ji çalakiyên berxwedana jinan e ku ji Şîliyê belavî cîhanê bûye. Las Tesis nayê darizandin,” bang  li hemî jinan kir ku li dozê xwedî derkevin û hevgirtina jinan mezin bikin.