25`ê Mijdarê roja serkeftina têkoşîn û hêza jinan e

Dîroka ku pênc hezar sal bi destên mêr-dewletê hatiye nivîsandin, di her demê de dijberiya jin, zarok û xwezayê dike. Li hemberî hişmendiya mêr-deweletê jin bênavber têkoşîna ji bo azadiya zayendan û xwezayê didomînin. Tevî êrîşên heyî yên li bi giştî û bi taybetî li ser jinan, têkoşîn jî di her warî de ji bo riya xwe bibîne û bigihîje encamên baş didome.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ango 25`ê Mijdarê, xwedî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye. Roja ku hersê xwîşkên Mîrabel ji bo gelek jinan bûn îlham û hêza têkoşînê. Tevî ku li dijî tundiya li ser jinan gelek hevpeyman hatin morkirin jî ji salên 1960`î heya sala 2021`ê jinên berxwedêr hê jî di bin hedefa pergala serdest û tên qetilkirin.
Ragihandina vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwîşkên Mîrabel digre. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Domînîk çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14`ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewl da ku Minerva yê ji aliyê zayendî ve tacîz bike loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şimaq li rûyê Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa hiqûqê li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê “Tevgera 14`ê Hezîranê” ava dikin. Ev tevger navê xwe ji dîroka şeqema ku Rafael Trujillo xwariye digre û perperîkê jî weke amblema tevgerê hildibjêrin. Çendek piştî wê bûyerê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Li ser fermanê hersê xwişk tên girtin.
Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin
Piştî çendekê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25`ê Mijdara 1960`î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve tên qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî şeş meh piştî qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17`ê Kanûna yekem a sala 1999`an de biryar dide ku 25`ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û hemû hikûmet, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dij tundî û parastina mafên jinan rol û misyonên xwe dilîzin. Ji salên 1960`î ve û tevî biryar û zagonên navneteweyî ku qaşo mafên jinan ên siyasî, leşkerî, civakî, xizmetguzarî û hwd. diparêzin, heta niha jî jinên ku li dijî pergala serdest têdikoşin û ji bo azadiya jinan pêşengî dikin tên hedefgirtin. Kesên sûcdar jî nayên darizandin ku ev yek dibe sedema dubarekirina heman bûyeran. Hin bûyer û rûdanên ku di van salên dawî de li dijî jinên ku pêşengî di civakê de kirine û di astên herî bilind de têdikoşin em dikarin wiha rêz bikin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Hevrîn Xelef, Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel, Amara Rênas, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Emîne Mihemed Weysî û bi hezaran jinên wekî wan.
Di vê çarçoveyê de Endama Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a beşa tundiyê Fewza Henîfî nirxandinên xwe der barê hemleya li dijî tundiyê kir.
"Tundî li ser jinan û civakê tê meşandin"
Fewza di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku herî zêde tundî li ser jin û zarokan tê meşandin û wiha pêde çû: "25'ê Mijdarê nêz e, der barê vê de em wek rêxistinên jinan amadekariya hemleyeke li dijî tundiyê dikin. Di hemû kolanên sereke de em ê wêneyên jinên ku rastî tundiyê hatine daliqînin. Li komîn, meclis, kolan, gund, bajarok, navçe û bajaran semîner û sînevîzyonan li dar bixin. Îsal em ê giraniya xwe bidin ser çawaniya li hemberî hemû cureyên tundiyê. Jin dê çawa xwe biparêzin û dawî lê bînin. Dema ku keç an jî xort di temenekî biçûk de tên zewicandin ew bi xwe tundiya herî mezin e ku tê meşandin, ji bo vê jî em ê ne tenê li ser tundiyê bisekinin, di heman demê de zewaca di temenê biçûk de û zewaca du carî jî em bînin rojevê û li ser nîqaş bikin. Her wiha gef û kiryarên dewleta tirk bi xwe tundî û sûcê şere. Di van demên dawî de piranî tundî li ser jinên gundan pêk hat. Ji bo wê jî em ê giranî bidin ser gundan. Di herêmên ku şer an jî pevçûn li wan diqewime helbet zarok, jin, ciwan rastî tundiyê tên. Ji bo em gel hişyar bikin divê semîner û perwerdeyan bidin gel. Dema ku vîrusa koronayê derket û li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava belav bû, tundî li ser jin û civakê zêdetir bû. Ji bo wê jî lêdan û tundiya derûnî di nava malan de û herî zêde jî pirsgirêk di navbera herdu zayendan de çêdibû." 
"Têkoşîna ku didome wê tundiyê ji holê rake"
Fewza di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tundiya li ser jinan tê meşandin di heman demê de li ser mêr jî derbasdar e û wiha got: "Gelek caran em derbasî malan bûne, herî zêde tundiya lêdanê tê dubarekirin, di vir de zarok jî rastî tundiyê tên. Dema ku dayik û bav li hev didin an jî tundî li dayikê tê kirin, li hemberî her cure lêdan û desthilatdariya mêr, zarok jî rastî heman tundiyê tên. Mînaka herî ber bi çav dema ku şer tê kirin, yekser zarok ji dayik û bav bêpar dimînin. Gelek zarok ji ber şerê çeteyên DAIŞ'ê sêwî man û rastî tundiyê tên. Dewlet netew jinên ku pêşengiya civakê dikin, ji bo azadiya gel têdikoşin, hedef digrin. Li herêmên me bi xwe jî gelek jin rastî ji aliyê dijmin ve hatin hedefgirtin. Di 23'ê Hezîrana 2020'an de sê rêveberên jin di encama êrîşên SIHA’yê de jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî her cure tundiyê divê jin têbikoşin û nehêlin tundî li ser jinan û civakê bê meşandin. Em baş dizanin jinek li ku be  rastî tundî, îşkence û êrîşan tê. Ji ber ku jin behsa wekhevî, edalet, demokrasî û azadiyê dikin, dewlet jî li dijî wan in. Heya niha jî zehmetiyên ku tên jiyîn ji aliyê malbatan ve jî hene, hin kes heya niha jî tundiyê dikin. Jinê ku tundî li wan tê kirin, berê xwe nadin saziyên jinan, ew jî ji ber desthiladarî, hişmendiya civakê ku dibêjin şerm e, wê çawa jin ji malên xwe derkevin û giliyê hevjînê xwe bikin pêk tê."
"Divê jin û civak xwe ji her cure tundiyê biparêzin"
Fewza bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jinên ku xeta azadî û demokrasiyê nas kirine tên qetilkirin. Hişmendiya heyî wê heya dawî, li hemberî têkoşîna jinan bibe asteng û nehêle ku jin serbest bibin. Nahêle jin bigihîjin azadiya xwe, bibin xwedî vîn û hêz. Bi salan e jin rastî vê tundiyê tên, bi taybetî jinên ji pêkhateyên Ereb rastî tundiya aborî, derûnî, şer û lêdanê tên. Bi saya van saziyên jinan, kêm zêde jin ji tundiyê tên parastin lê dîsa jî divê em rê li pêşiya tundiyê bigrin, hê ew çarşeva reş li ser jinên Ereb heye divê em vê çarşevê ji ser jinan bidin rakirin, heya ev çarşev neyê rakirin wê jin her û her bi tundî û şer re rû bi rû bimînin. Ji bo vê xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê ji bo me xala esas e."