200 hezar Filistînî li Bakurê Xezayê 12 roj in birçî ne!

Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Cibaliya tê wêrankirin û her roj mirov dimrin” û ragihand ku 12 roj in mirov nikarin xwe bigihîjînin xwarin û vexwarinê.

Navenda nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Di êrîşên li ser Zîvala Xezayê de 42 hezar  409 Filistînî  ku ji wan bi qasî 17 hezar zarok, 11 hezar 378 jin bûn, jiyana xwe ji dest dan, 99 hezar 153 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku hê jî bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de ne lê ji ber astengiyan nikarin xwe bigihîjînin wan.

200 hezar kes 12 roj in birçî mane

Midûriyeta û Parastina Sivîl a Zîvala Xezayê, der barê Kampa Penaberan a Cibaliya de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê avahî û binesaziya li bakurê Zîvala Xezayê hemû bonbebaran kiriye, hat ragihandin ku 200 hezar Filistîniyên li kampê 12 roj in bê xwarin, vexwarin û derman dijîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cenazeyên bi dehan filistîniyên ku ji ber êrîşê hatine qetilkirin di bin xirbeyan de û li ser riyan mane û wiha hat gotin “Cibaliya tên wêrankirin û mirov tên kuştin.”

‘Polîtîkayên birçîhiştinê li ser gelê Filistînê ten meşandin’

Nûnerê Daîmî yê li Cezaîrê yê Netewên Yekbûyî Ammar bin Camî di axaftina xwe ya li civîna awarte ya li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) de got: “Îsraîl li Xezayê li dijî gelê Filistînî bi zanebûn polîtîkayên birçîbûnê dimeşîne” Ammar bin Cami, diyar kir ku divê êriş rawestin û xwestin alîkariyên mirovî yên pêwîst bên kirin.