20 jinên Kedkar ên Hewreman hatin xelat kirin
Bi mebesta nasandin herêma Hewreman weke herêmek geştiyarî, Yekitiya Jinên Kurdistan merasimek li darxist û di merasîmê de 20 jinên kedkarên Hewreman xelat kirin.
Hewreman - Li Hewreman ji demê berê heta niha jin û mêr mil bi mil bi hevdû re kar dikin, di nava van çend salên derbûzbûyî de gelek jin li Hewreman û Helepçe xwedî karê xwene û bi rêya karê xwe hem jiyana xwe hem jî jiyana malbata xwe dabîn dikin û çanda Kurdistanê li herêmê zindî dikin. UNOSCO herêma Hewreman xist nava rêza cihên geştiyarî û ji ber vê yekê li herma Hewreman çalakiyên cur be cur yên nasandina çanda Kurdî li Hewreman tê li darxistin. Li navçeya Biyar a girêdayî devera Hewreman, Şaxa Yekitiya Jinên Kurdistan a Şarezur bi merasîmekê 20 jinên herêma Hewreman ji ber keda dene layîqî xelatê dîtin.
Berpirsa Yekitiya Jinên Kurdistan a Şarezur Şara Ebdulkerîm behsa çalakiyên xwe kir û got: “Ji ber Hewreman ji aliyê UNESCO ve bûye cihek geştiyarî em hertim çalakiyên çandî li dardixin. Armanca me ewe ku em bidin nîşandan ku jin di aliyê geştiyarê de li Hewreman gelek kar kirine û xwedî rolek giring e. Li Hewreman jin û mêr yeksanin. 20 jinên ku hatine hilbijartin xizmetek gelek hêja di aliyê geştiyarî de kirine. Kar ji bo rêvebirina cihê xwarinê, xwarinên Kurdewarî kirine û bi destrengiyên xwe hemû aliyê geştiyarî yên vê herêmê pêş xistine.”
Jina kedkar Rêjwan Kemal a hêjyî xelatê hatî ditin û xwedî cihê xwarinê ya bi navê Nîşingeya Jemêk li Xerpana Hewreman sipasiya rêxistinên ku merasîm li darxistiye kir ku jinên kedkar xwedî kar bejdar bûne.