2’yemîn Kongreya Meclisa Jin a Sûriye dest pê kir

2’yemîn Kongreya Meclisa Jin a Sûriye bi dirûşma ‘Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin’ li bajarê Helebê dest pê kir.

Heleb – Di bin diruşmeya "Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin" 2’yemîn Kongreya Meclisa Jin a Sûriye li bajarê Helebê dest pê kir. 200 delegeyên jin ji hemû deverên Sûriyê beşdarî kongreyê bûn. Kongra li hola Cizîrê ya bajarê Helebê tê li dar xistin.

Kongreyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Koordînasiyona Sehêl, Rîhab Ibrahîm hate kirin.

Rîhab Ibrahîm di axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Sûriyê û zehmetiyên ku jin di nav aloziyê de dijîn û got: "Em vê kongreyê li tevahî jinên Sûriyê pîroz dikin. 13 sal ji aloziya Sûriyê derbas dibe û tê de herî zêde jin zehmetiyan dikşînin. Bi saya şoreşa ku pêk hatiye jinên Sûriyeyê li hemû qadan rola xwe dilîze, em bi hêvî ne ku ev kongre bibe cihê çareseriya hemû pirsgirêkên jin. Ji ber hêviya me ku welatek azad û ne navendî ava bibe."

Paşê perspektîfên giştî ya Meclisa Jin a Sûriyeyê ji aliyê Endama Ofîsa Têkîliyan a Meclisê Suhêr El Senûh ve hate xwendin.

Endama Ofîsa Têkliliyan a bajarê Qamişlo Gulistan Endikê têkildarî lidarxistina kongreyê ji ajansa me re axivî û got: "Di sala 2017'an de yekem kongre hate li dar xistin piştî demek ji xebatê me kongreya xwe duyem li dar xist. Ji ber rewşa herêmê û aloziyên ku em dijîn hinekî bi derengmayî em kongreya duyem niha li dar dixin. Ji salekê heya niha amadekarî ji vê kongreyê re tê kirin. Têkliyên me bi hemû jinên ku di Sûriyê de dijîn hebûn û me ew vexwendin vê kongreyê. Jinên di partiyên siyasî yên serbixwe û hemû jinên ku di saziyan de cih digirin beşdar bûn. Me xwest ev kongre dagirtî be. Bi nêrînên cuda, dagirtî û ji jinên zanist me xwest ev kongre dest pê bike û encamên serkeftî dest bixe."

Kongra bi xebatên xwe berdewam e.