2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dawî bû

2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.

Reqa – 2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Hola Mişwar a Reqayê, hat lidar xistin, piştî nîqaş û nirxandinên girîng ên li ser kar û xebatên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi encamnameyê û hilbijartina endamên koordînasyonê bidawî bû.

Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Di destpêka kongrayê de berdevka kombûnê Xûd El Îsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Piştî nîqaşkirina rêziknameya kongreyê, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û endamên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya hilbijartin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku berdeva kombûnê şaxê Reqayê Xûd El Îsa xwendin.

Encamname wiha ye:

“Piştî damezirandina kombûnê û ragihandina wê di 1-6-2021`an de li Reqayê û erêkirina rêziknameya wê, li ser sazûmaniya rêxistinî ya kombûnê li Reqa, Tebqa, Dêrazorê xebat hat kirin. Piştî derbasbûna 2 salan û meşandina têkoşînê, konferansên nivîsgehên kombûnê li herêmên navborî hatin lidarxistin. Heta ku kongreya giştî îro li dar ket, perspektîf, rapora kar û xebatên kombûnê hatin nîqaşkirin. Endamên koordînasyonê û meclisa giştî hatin hilbijartin. Navên nisîgehan li herêman hatin guhertin û bûn meclisên kantonan.