2 rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin girtin

Rojnameger Bîlge Aksu û Mehmet Uçar ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Navenda Nûçeyan - Îfadeyên ên rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li gelek bajaran di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û anîn Eskîşehîrê temam bûn.

Ji rojnamegerên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin Bîlge Aksu û Mehmet Uçar hatin girtin, Serap Guneş, Erdogan Alayumat û Tugçe Yilmaz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rojnameger Bîlal Seçkin, Suzan Demîr û Havîn Derya ku bi daxwaza kontrola edlî sewqî edliyeyê hatin kirin, bi biryara kontrola edlî ji edliyeyê hatin berdan.