2 hezar û 892 kesan berê xwe da Herêma Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li ser Helebê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk duh ji tevahî saziyên xwe xwest ku derbasbûna şêniyên ji Helebê tên herêmê, hêsan bikin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin.
Tevahî saziyên têkildar banga xwendekar û şêniyên li Helebê bi cih tînin. Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê bi dehan otobus şandine Helebê û bê heq şêniyan ji Helebê tînin herêmê.