2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem bi dawî bû

2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem ya a Çand û Hûnerî bi xilatkirina hunermend, şêwekar, helbestvan û komên ku beşdarbûn bi dawî bû.

Kobanê- Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin diruşmeya “Bi tirêjên rojê re emê hûnera jin geş bikin” 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem lidarxist.

Mihrîcana ku 4 rojan li bajarê Kobanê berdewam kir, di asta kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen û Çerkez bi beşdarbûna hunermend, stranbêj, helbestvan, wêjevan, sînemager û şanogeran bi dawî bû.

Di roja 4’emîn ya mihrîcanê de ku li qada Şehîd Egîd bi dawî bû, komên mûzikê yên Şehîd Barîn a Kobanê, Şehîd Hêva ya Efrîn-Şehba, Şehîd Eleniya û Şehîd Delîla yên Qamişlo, hunermend Nesrîn Botan û Munet Allah Xemîs, her wiha koma govendê ya Şehîd Nalîn a ji Dêrîkê derketin ser dikê.

Her wiha hunermenda ji Tûnis Emel Meslûsî ku divyabû di mihrîcanê de amede be, lê ji ber ku PDK’ê rê neda wê û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xûlamî, dîmenek ji bo mihrîcanê şand.

Konserên ku bi coşa bi sedan kes hatin pêşwazkirin, bi xilatkirin û spasiyên hatine belavkirin bi dawî bû.

Di dawiya mihrîcanê de Komîteya amadekar diyarî ji bo tevahî komên mûzik û govendê, hunermed, şêwekar, helbestvan, şanoger, xebatkarên raghandinê, dayîka şehîd Berçem, navendên Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Tevgera Çand û Hûner û komîteyên beşdarî mihîrcanê bûn belavkir. Her wiha spasî ji bo hemû kesayet, sazî, rêxistin û dezgehên ku alîkarî di birêxistinkirina mihrîcanê de dan, hat dayîn.

2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem  bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Nmirin” bi dawî bû.