2`emîn konferansa Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê hat lidarxistin

Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist. Di konferansê de 15 endam, berdevk û cîgira meclisê hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê konferansa xwe ya 2`yemîn li avahiya Meclisa Idliba Xedra (Meclisa Kesk a Idlibê) bi dirûşma "Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeya demokrat e" li dar xist.

Endamên meclisê şaxê Idlibê, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan, partî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya tev li konferansê bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Nahid El Nehas axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

‘Jinan li hember van zehmetiyan têkoşiya’

Nahid El Nehas got lidarxistina konferansê li ser yekitiya jinan, hişmendî û birêxistinbûyîna xurt a ku di vê pêvajoya hesas û çarenûsî de gihaştiye, isbat dike.  

Nahid El Nehas balkişand ser zehmetiyên ku jin di alozî û şerê li Sûriyeyê de dikşînin kir û da zanîn ku jinan li hember van zehmetiyan têkoşiya, xwe bi rêxistin kir û bûn yek û nîşan da ku dikare pêvajoyê bi rêve bibe, cih xwe di sepandina ewlehiyê, vegerandina mafan, giyanê aştiyê de bigire.

Piştre hevseroka Meclisa Ciwanan a Meclisa Idibê Betûl El Derwîş perspektîfên siyasî û rêxistinî yên meclisê xwendin.

Piştî wê, xebatên meclisa jinan ên 2 salan hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de endaman, ji bo Meclisa Giştî ya Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 15 endam, berdev û cîgira meclisê hilbijartin.

Her wiha konferans bi encamnameyê bi dawî bû ku xalên wê yên sereke ev in:

Bi rêya lidarxistina semîner, civîn û panelan pêşxistina hişmengiya siyasî û rêxistinî.

Divê serdana endaman bê kirin û hejmara endaman û alîgiran were zêdekirin.

Divê xwe bigihînin jinan li Idlibê ji bo ku raman û armancên partiyê ragihînin wan.

Bi rêya projeyên biçûk û dewreyên pîşeyî behre û şiyanên jinan werin pêşxistin.

Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, were mezinkirin.

Divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan de were aktîfkirin û pêşxistin.

Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJ`ê were kirin.

Divê piştgiriya tevahî biryaran were kirin ku aştiyê disepînin û êşên jinan bi dawî dikin.