191 rojin li edaletê digerin

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 191 rojin li ber Edliya Rihayê li “edaletê” digerin.

 
Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê 191 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin.
Di saetên serê sibê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin “Li Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin rûniştin û bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobetê kirin. 
Malbatê têkildarî çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Mixabin hêza me ya tena serê xwe li pêş edliyeyê vê bêedaletiyê asteng bikin nîne. Ev bêedaletiye di kesayeta dayikê de belavî civakê dibe. Wezareta Dadê tenê temaşe dike. Pergala bêedalet, mehkumî ji holê rabûnê ye.”