19`ê Tîrmehê li Kobanê hat pîroz kirin

Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9'emîn salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kirin.

Kobanê- Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li bajarê Kobanê dest pê kir û piştre li herêmên din yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, 9 sal li pey xwe hîştin. Bi vê wesîleyê bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê, li qada şehîd Egîd kombûn û bi dirûşma "Em ê bi rihê şoreşa 19'ê Tîrmehê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" salvegera şoreşê pîroz kirin. Qada şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekîneyên Parastina Jin û Gel, TEV-DEM û Kongreya Star, wêneyên têkoşerên ku di oxira parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane, hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin û peyamên girîng hatin dayîn.
"Şoreşa 19'ê Tirmehê wê bibe wesileya çareseriya aloziya Sûriyê"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û got: "Bi saya destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê ku li ser bingehê Netewa Demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêket, em îro Kurd, Ereb, Ermen, Suriyan û Tirkmen li ser axa berxwedaniyê Kobanê kombûne û vê şoreşê bi hev re pîroz dikin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku şoreşa jinê ye, wê bibe pirojeya çareseriya aloziya Sûriyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Ji lewra divê em weke jin di destpêkê de parastina nirxên şoreşa xwe bikin û bighêjin serketinê."
"Em ê bibin şopdarên rêhevalên xwe"
Her wiha ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Dîlar Efrîn wiha axivî: "Em vê salvegerê li giyana têkoşerên ku di destpêka bi rêketina vê şoreşê de jiyana xwe ji dest dan pîroz dikin. Van cangoriyan ji dijmin re diyar kirin ku heta dilopek xwîn di canê me de hebe, tu kes nikare destên xwe dirêjî şoreşa me bike. Li ser vê bingehê em ê bibin şopdarên riya rêhevalên xwe û xeyalên wan pêk bînin." 
Piştre koma şehîd Gîvara ya mûzikê, hunermend Emîr El Mustefa û koma govendê ya zarokên Çand û Hûnera Baqî Xido hunera xwe pêşkêş kirin.
"19'ê Tîrmehê zayîna jin û civakê ye"
Jina ciwan a bi navê Rewşen Ehmed ku bi cil û bergên Kobanê yên gelêrî beşdarî şahiyê bibû, hest û kêfxweşiya xwe wiha parve kir: "19'ê Tîrmehê ji bo rojeke pîroz û gelek bi wate ye. Beriya 9 salan ev roj û jiyan ji bo me xeyal bû. Me bi saya şehîdên xwe xeyalên xwe pêk anîn û em niha jiyaneke li derveyî pergala desthilatdar û hişmendiya netew-dewletê dijîn e. Bi taybet em weke jin me para herî mezin ji serkeftina vê şoreşê girt. Em êdî weke jin dikarin xwe bi xwe biparêzin û pêwistiya xwe bi mêran neynin. Ji ber vê şoreşê weke zayîna jin û civakê pênase dikin."
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.