189 Êzidî vegeriyan Şengalê

Êzidiyên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man Şengalê biterikînin, vedigerin. Hate ragihandin ku 189 penaberên Êzidî ji kampên Dihokê vegeriyane Şengalê.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, li ser navê Wezîrê Îvan Fayeq der barê vegera penaberên Êzîdî yên ji kampên Dihokê ya ji bo Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya planên wezareta wan de 189 koçberên Êzidî ji kampên Duhokê vegerandine Şengalê. Di daxuyaniya ku hate gotin; “Ji bo ku koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe herwiha bikaribin jiyanek guncaw bijîn, hemû hêsankarî ji wan re hatine kirin. Dê di pêşerojê de jî emê beşek din yên koçberên Êzidî vegerînîn ser cih û warên wan” hate diyar kirin xebatek koordine jî hatiye meşandin. Her wiha di daxuyaniyê de  ji bo pêvajoyê banga alîkariyê li hemû aliyên peywendîdar jî hate kir.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya 23’ê Hezîranê de ragihand ku wan 108 koçberên Êzidî vegerandina ser cih û warên wan, beriya du mehan jî gelek koçberên Êzidî vegeriyabûn Şengal û Xanesorê.