18 koçberên Mexrîbî di behrê de fetisîn
Ji hezaran koçberên ku hewl didan ji Mexrîbê bighîjin Ceuta ya di rêveberiya Îspanyayê de, herî kêm 18 kes di behrê de mirin. Neteweyên Yekbûyî, banga parastina maf û rûmeta mirovan a hemû kesên ku dighîjin Ceutayê kir.
Navenda Nûçeyan – Bi hezaran koçberên ku xwestin ji Mexrîbê bighîjin Ceuta ya di bin rêveberiya Îspanyayê de ye, ji sînorê Tarajal a di navbera bajarê Castillejos ê Mexrîbê û Ceuta de bi avjeniyê derbasî axa Îspanyayê bûn. Di nava kesên ku derbas bûn de jin, zarok û malbatên ku zarokên xwe hildigirtin jî hebûn. Gelek kesên ku bi saetan avjenî kirin, bi awayekî birîndar û westiyayî gihîştin peravê.
Hate ragihandin ku herî kêm 18 kes di behrê de mirine. Li qada pêşwazîkirina demkî ya koçberên ku dighîjn bajêr dimînin, cih nema.
Hikûmeta Îspanyayê, ji bo ku destek bide leşkerên li sînor, leşker û polîsan şand Ceutayê. Hêzên ewlehiyê yên Mexribê jî, di aliyê sînor ê li aliyê xwe, ji bo astengkirina derbasbûnê, mudaxele kir. Hikûmetên Îspanya û Mexribê, ragihandin ku ew ê ji bo vegera kesên ku derbasî Ceutayê bûne, hevrêziyê zêde bikin.
Neteweyên Yekbûyî, banga parastina maf û rûmeta mirovan a hemû kesên dighîjin Ceutayê kir. NY’ê hişyarî da ku dersînorkirinên girseyî û bilez, dikare zarok û kesên ku hewceyî parastina navneteweyî ne, ji nû ve bi xetereya tundî û muameleya xerab re rûbirû bihêle.