18 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Rapora Platforma KCDP’ê ya êrîş û şideta ser jinan a meha Hezîranê diyarbû li gorî raporê 18 jin hatin qetilkirin û 20 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan - Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê rêjeya qetilkirina jinan a meha Hezîranê de aşkera kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de 18 jin hatine qetilkirin û 20 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê ji 18 jinên ku hatin qetilkirin 10'ên wan ji aliyê mêrê bi wan re zewicandî ve hatine kuştin, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 2'yên din ji aliyê nasên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê mêrê bi hev re diman, yek ji aliyê mêrê berê bi hev re bûn û yek jî ji aliyê mêrê ku xwe jê berdabû ve hatiye qetilkirin.
Di raporê de bal hat kişandina ser “pêşiniyara” Serokomar Recep Tayyip Erdogan a ji bo kesên temenê wan 30 salî û nezewicîne û wiha hat gotin: “Dibin navê pêşiniyarê de mudaxeleyî biriyarên me girtine neke, emê bi xwe biriyara xwe bidin. Peyîwira rêveberên we ne mûdaxelekirina biriyarên me ne, zagon xistina meriyetê û berpirisiyariya xwe anîna cîh e. Xalek din a xwestin mudaxeleyî jiyana me bikin jî kêmkirina derfetên jiyanê yên di dema pandemiyê debû. Jinan bertek nîşanî biriyarên wan dan û diyar kirin ku jiyan tenê bi pandemiyê re sînordar nîne.”