17 rêxistinên jinan û civakî li hemberî laş firoşiyê daxuyanî dan
17 rêxistinên jinan û civakî li hemberî laş firoşiya weke pirsgirêkek sereke her diçe li Başûrê Kurdistanê pêşdikeve daxuyanî dan û daxwaz kirin kafeteriya yên ji bo karên laş firoşiyê hatine amadekirin bên girtin.
Silêmanî - Li Herêma Başûrê Kurdistanê li gel pirsgirêkên siyasî û aborî pirsgirêkên civakî jî serî rakirine û her diçe kur dibin. Yek ji wan jî pirsgirêka jinane ku her roj dibe sedema kuştin an jî xwekuştina jinan. Ji ber nebûna çareyek ji pirsgirêkên heyî re ji bêçaretiyê her roj bûyerên kuştina jinan di turên nûçeyan de tên dîtin. Bûyerên laş firoşiyê jî weke yek ji pirsgirêka herî sereke her diçe pêşdikeve, kafeteriya û cihên taybet ji bo karên nelirê yên weke laş firoşiyê hatine vekirin. 17 rêxistinên jinan û civakiyên Silêmaniyê li ser mijara bazirganiya jinan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Pexşan Muhammed ve hat xwendin.
“Bi zanebûn di kesayeta jinê de dixwazin civakê bixin”
Pexşan da zanîn ku li gel pirsgirêkên siyasî û aborî pirsgirêkên civakî jî her diçe mezin dibe û çareserî jêre nayê danîn û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê civak dibin dextek mezin de ne. Ne tenê aliyê siyasî û borî her wiha di aliyê civakî de jî gelek pirsgirêkên civakê felc dike hene. Ji van xala sereke pirsgirêka jinane, li cihê jin li pêş bin û pêşengiya civakê bikin ji ber aqilê deshilatê yê jin kujiyê pirsgirêka jinê bûye pirsgirêkek sereke yê civakî.”
Pexşan anî ziman ku armanca sereke di kesayeta jinê de xistina civakê ye û wiha dom kir: “Armanca wan ewe di kesayeta jinê de civakê ji ve bikin û hilweşînin. Bi rêye hinek bernameyên tv yan ên ji çan û hoyê civaka me dur jinan weke amêrek bi kar tîne. Ji hemûyan xiratir jî laş firoşî û bazirganiya jinan pêşketiye. Henek deverên taybet kirina weke laşfiroşiya jinan. Di vê mijarê de jî jinan dikin qurbanî. Ne tenê jinên Kurd ji Îraq û gelek welatên dinê dibin navê kar de ji bo van karên ne li rê tînin. Ev jî dibe sedema cuyerên vîroz û nexweşiyên civakî ku bandorên nerênî bi xwe re tîne û nirxê civakî nahêle. Em weke rêxistinên jinan û civakî daxwaz dikin ew kafeteriya û deverên ji bo laşfiroşiya jinan xistine meriyetê bên girtin, bername û diziyên biyaniyên jinê biçuk dixe bên rakirin.”