17'emîn hejmara pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
Di hejmara meha Tîrmeyê ya pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê de Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bû mijara bergê.
Navenda Nûçeyan - 17'emîn hejmara pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket. Hejmara nû bi berga "Em serî ji tundiya mêr û dewletê natewînin" hat weşandin. Di hejmara vê mehê de Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bû mijara bergê. Di hejmara nû de yekîtiya neteweyî ya gelê kurd, Peymana Stenbolê, têkoşîna jinan a li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û gelek nivîsên din cihê xwe digirin.
Hemû nivîsên di pêvekê de cih digirin wiha ne: Ji Parîsê ber bi Silopiyê ji Helincê ber Îzmîrê ve: Em komkujiyan nas dikin / Zeynep Altinkaynak. Peyama tê dayin zelal e, bersiva me zelal e! / Bedia Akkaya. Ev ne êrişa yekem a netewperestiyê ye / Meghan Bodette. Kampanyaya Peymana Stenbolê: Parêzkariya mafê jinê yan femînîz im? / Hulya Osmanagaoglu. Fikir û ramanên li ser tevgera aştiyê ya jinê ya nû / Ayşe Duzkan. Dem dema Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ye! / Heval Arslan. Ger tu dixwazî rihê min bikuje, ev karekî vala ye! / Emina Deger. Yê hezîrana min veguherand payizê bila ro li serê wan nekeve ! / Nebile Irmak Çetin. Yê kincê Mûşê lê dikin.../ Sibel Genç. Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê.