16 serokên baroyê piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe a heftiya 956’an de xwestin li qada Galatasarayê daxuyanî bidin, vê heftiyê 16 sarokên Baroyê piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê û polîsan êrîşî girseyî kir û gelek kes binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 956'an de ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin de ber bi qada Galatasarayê meşiyan.

Li rûxmê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû, ev 16 hefteye dorpêça polîsan berdewam dike. Dayikên Şemiyê dema ku xwestin di nava kolanan de bikevin qada Galatasarê hatin astengkirin. Kolanên ku divekin qadê û cadeya li beramberî qadê ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Dayikên Şemiyê û 16 serokên Baroyê vê heftiyê ji bo piştgirî bidin çalakiya Dayikên Şemiyê, bi rêyên cûda xwestin xwe bigihînin qada Galatasarayê hatin dorpêç kirin. Dayikên Şemiyê li ber derê baroya Stenbolê bi serokên baroyê re xwestin biçin qada Galatasarayê lê belê li vir rastî astengiya polîsan hatin. Divê demê de gelek kesan bertek nîşanî dorpêça polîsan dan. Rojnamegerên ku xwestin bi şopînin, şopandina wan hate asteng kirin û ji qadê hatin dûrxistin, hinek rojnameger derb kirin. Kesên li qadê hatin binçavkirin.  

Biryara AYM tê binpêkirin 

Dadgeha destûra bingehî (AYM) der barê çalakiya dayikên Şemiyê a heftiya 700’an de ku polîsan êrîş kiribû, di meha Gulanê de biryara binpêkirinê dabû. Di serlêdana Serokê Şûbeya Stembolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulseren Yoleri de dadgeha bilind bi piraniya dengan mafê meş û civînan weke binpêkirina mafan hikum kiribû.

Dayik/mirorên Şemiyê ji heftiya yekem ya meha Nîsanê heta niha dixwazin biçin qada Galatarayê, lê belê li rûxmê ku biryara AYM kaymiqamtiya Beyoglu teblig kiriye destur nadin çalakiyan.