16 jê jin meha cotmehê 165 karkeran jiyana xwe ji dest dane
Li gorî rapora cînayêtên kar a Meclîsa ÎSÎG’ê di meha Cotmehê de 16 jê jin 165 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di 10 mehên sala 2021’an de jî hezar û 853 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Cotmehê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Cotmehê de herî kêm 165, di deh mehên ewil ên sala 2021’an de jî hezar û 853 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Rapora ÎSÎG’ê wiha ye: “Hevdîtinên heqdesta asgarî jî li ser navê karkeran bazara herî mezin a peymana herî mezin e karê komî ye. Dîsa piraniya karkeran ji heqdesta asgarî kêmtir, heqdestê digirin. Divê heqdesta asgarî di bin çavdêriya karkeran de bê diyarkirin. Weke gava destpêkê divê danûstandin li pişt deriyên girtî neyê kirin û di TRT'ê de bi awayekî zindî were weşandin. Di deh mehên ewil ên sala 2021’an de herî kêm hezar û 853 karkeran jiyana xwe ji dest da û da zanîn ku ji karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 145 ji wan bi destheq û 20 jî ji xwe kar kirine û diyar kir ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 16 jê jin in. Di raporê de destnîşan kir ku 5 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane û herî zêde di sektorên înşaet, bazirganî û çandiniyê de cînayetên kar pêk hatine. Herî zêde cînayetên kar ji ber pandemiyê pêk hatine. 2 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane, 51 karker jî ji 51 salî mezintirin û bajarên herî zêde cînayetên kar lê pêk hatine Stenbol, Kocaelî û Antalya ne.”