150 kesên serbixwe dê li Kurdistanê hilbijartinê bişopînin

Bi banga Partiya Çepa Kesk heyetên ku hatin Tirkiyeyê dê li Kurdistan û gelek herêman pêvajoya hilbijartinê bişopînin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê roja Yekşemê çavên cîhanê li Tirkiyeyê ne.

Li ser banga Partiya Çepa Kesk a ji bo ewlehiya hilbijartinan, ji derveyî welat gelek heyet hatin. 150 kesên serbixwe ji bo pêvajoya hilbijartinê bişopînin, hatin Tirkiyeyê. Tê texmînkirin ku dê heyet ji bo şopandina hilbijartinê biçin Amed, Agirî, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Şirnex, Êlih, Erdexan, Qers, Îdir, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Semsûr û Rihayê. Heyet dê dûre çavdêriyên xwe yên li ser hilbijartinê bi raya giştî re parve bikin.