14 grubên Filisitînî danezane Pekînê îmza kirin

14 komên Filistînî ku Hamas û El Fetih jî di nav de ne, bi navbeynkariya Çînê hatin cem hev û li hev kirin ku hikûmeteke lihevhatina neteweyî ya demkî ava bikin.

Navenda Nûçeyan – Hemas û El Fetih jî di nav de 14 komên Filistînî li ser avakirina hikûmeta yekîtiya netewî li hev kirin. Danezana Pekînê bi navbeynkariya Çînê hat îmzekirin.

Aliyên ku li Çînê civiyan li ser niyeta xwe ya avakirina hikûmeteke lihevhatina neteweyî ya demkî li gorî qanûnên bingehîn ên Filistînê yên heyî li hev kirin. Xalên ku komên Filistînî li ser li hev kirin ev in:

“1. Hewldanên neteweyî ji bo li dijî êrîşkariya siyonîst û rawestandina qirkirina ku ji aliyê dewleta dagirker û çeteyên niştecihan ên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgiriya wan dike, bên yekkirin. Her wiha ji bo rawestandina dagirkirina Zivala Xezayê û hemû herêmên din ên hatine dagirkirin, ji bo rawestandina dagirkirina Şerîeya Rojava, Quds û Zîvala Gazzeyê û berxwedana li dijî hebûna siyonîstan li hev kirin.

Komên Filistînî ji biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku destnîşan kir ku hebûna Îsraîlê, dagirkirin û niştecihên Îsraîlê li nav axa Dewleta Filistînê ne rewa ne, pêşwaz kirin û destnîşan kirin ku divê di zûtirîn dem de ji holê bên rakirin.
Li ser bingeha Peymana Lihevhatina Netewî ya ku di 4/5/2011 li Qahîreyê hat îmzekirin û daxuyaniya Cezayîrê ya ku di 10/12/2022 de hat îmzekirin, kom bi alîkariya dostên xwe yên Misir, Cezayîr û Komara Gel a Çînê û Federasyona Rûsyayê, dê bişopînin. Xalên li lihev hat kirin wiha ne:
a)Pabendbûna bi avakirina dewleteke serbixwe ya Fileitînî bi paytexta wê Qudsê, li gor biryarên pêwendîdar ên Neteweyên Yekgirtî, bi taybetî biryarên 181 û 2334 û dabînkirina mafê vegerê li gor biryara 194.
b)Mafê gelê Filistînê ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û li gorî qanûnên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî dawî li dagirkeriyê bîne, û mafê gelan li çarenûsa xwe û mafê têkoşînê bi hemû îmkanên heyî ji bo bidestxistina wê.
c)Bi biryara Serokomar (Serokê Filistînê Mahmûd Abbas), bi lihevkirina komên Filistînî û li ser bingeha Destûra Bingehîn a niha ya Filistînê, avakirina hikûmeteke yekîtiya neteweyî ya demkî. Ev hikûmet wê otorîte û desthilatdariya xwe li ser hemû herêmên Filistînê bi kar bîne, tekezî li ser yekitiya Şerîeya Rojava, Quds û Xezayê dike. Dê bi yekkirina hemû saziyên Filistînî li nav axa dewleta Filistînê, destpêkirina jinûveavakirina Zîvala Xazeyê û amadekirina hilbijartinên giştî yên di bin çavdêriya Komisyona Navendî ya Hilbijartinan de li gorî qanûna hilbijartinê ya pejirandî di zûtirîn dem de dest pê bike.
d)Biryara siyasî ya ku di Belgeya Lihevhatina Netewî ya Filistînê ya ku di 4’ê Gulana 2011’an de hatiye îmzekirin de hatiye lihevkirin, heta ku gavên pratîkî ji bo avakirina Konseya Neteweyî ya nû li gorî qanûna hilbijartinê ya pejirandî û kûrkirina hevkariyên siyasî di pêşxistina saziyên Rizgariya Filistînê de bên avêtin. Rêxistin (PLO) û berpirsiyariya neteweyî ya aktîvkirin û lihevhatina çarçoweya serkirdayetiya demkî ya yekbûyî ji bo hevkariyê di dema prosesa leşkerkirinê de hate pejirandin.
Li dijî hewldanên veqetandina gelê me ji welatê xwe, bi taybetî li Zivala Xezayê, Şerîeya Rojava û Qudsê; Li gorî biryarên Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî û Civata Giştî û nerîna Dîwana Edaletê ya Navdewletî, piştrastkirina wê yekê ku niştecihkirin û berfirehkirina niştecihbûnê ne rewa ne.
Ji bo şikandina dorpêça hovane ya li ser gelê me li Zîvala Xezayê û Şerîeya Rojava û gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî bê sînor û şert.
Piştgirî û piştrastkirina îradeya qehremanî û berxwedana leheng a gelê me yê ku li Filistînê têdikoşe, ji nû ve avakirina tiştên ku dagirkeriyê wêran kirine, piştgirî bidin malbatên şehîdan, birîndaran û hemû kesên ku mal, milk û debara xwe winda kirine.
Beramberî komployên dagirkeran û binpêkirinên berdewam ên Mescîda Eqsayê û rawestana li hember her ziyanek li Mescîda Eqsa, bajarê Qudsê û cihên pîroz ên îslamî û mesîhiyan.
Bîranîna şehîdên gelê Filistînê bi rêz û hurmet û piştrastkirina piştgiriya wan ji girtiyên leheng ên ku di zindan û kampên dagîrker de rastî îşkence û zordariyê tên, hewildan ji bo  azadkirina bê dayîn.”