13’emîn konferansa Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê hat lidarxistin

Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di konferansa xwe de bal kişandin ser xebat û helwesta birumeta a du jinên weke stêrkan pêşiya wan ronî kirine Newal El Sadawî û Radiya El Nasrawî û ew xelat kirin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis - Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê konferansa xwe ya 13’emîn 25’ê Hezîranê li paytexta Tûnisê bi diruşma "Şoreşa femînîst li hember kevneşopiyên paşveru bi ser ket” lidarxist. Di konferansê de spasdarî ji bo  fedekarî û keda giyanê, çalakvan, femînîst, nivîskar, bijîşk û parêzvana mafên jinan a Misirî Newal El Sadawî û çalakvana mafên mirovan a femînîst a Tûnisî, Radiya Nasrawî hatin şandin.
Bandora Newal El-Sadawî li ser tevgera jinên Tunisê
Newal El-Sadawî piştî têkoşînek bi nexweşiyê re û piştî jiyanek tijî helwestên cesaret û şerên li dijî hêzên paşverû ku hewl dide di civakan de jinê biçûk bike di 21’ê Adara 2021’an de çû ser dilovaniya xwe. Ev tevger bi rêzgirtina kariyera wan a parastina jin di herêma erebî de hatiye berdewam kirin. Di konferansê de vîdyoyek a çend nêrînên çalakvanên komeleyê li ser jiyana Newal El Sadawî ku çû serdana Tûnisê û jê bandor bûne hat pêşkêş kirin. Newal El-Sadawî, jiyana xwe bi derbirîna dîtinên xwe bi roman, gotar û semîneran derbas kir. Bi gotina: "Ez rastiyê dibêjim û rastî giran û xetere." navdar e. Tevahî jinan li ser vê gotinê lêhurbûn kirin. Newal El Sadawî ne jinek asayî bû, ew raman bû ku femînîstên xewnparêz kir yek û di romanên xwe yên rexnegir ji hovîtiya baviksalarî de ku jinan tenê ji bo xwedîkirinê dibîne kirin çîrok.
Aktîvîsta femînîst, Xedîca El Şarîf, yek ji damezrênera Komeleya Jinên Demokrat a Tûnis û parêzvanek tund a mafên jinan, xelat radestî Radiya El-Nasrawî kir.
Di hevpeyvînekê de digel ajansa me, Xedîca El-Şarîf got: "Rêzgirtina Radiya El-Nasrawi peywira sereke ya komeleyê ye. Xedîca canê xwe di ber parastina mafên jinan di warên cûrbecûr de feda kir. Di serdema berê de ji ber helwestên wê yên azad gelek îşkence dît, lê ji tişta bawerdikir gav paşde neda.”
Radiya Nasrawî, ku seroka Komeleya Tunisî ya Dijî îşkenceyê bû,tevî rewşa awarte ya ji aliyê pandemiya korona ve hatî çêkirin, bi salan êşa nexweşiya alzaymir dikşîne beşdarî konferansê bû.