12 jinên binçavkirî hatin berdan
12 jinên ku dema binçavkirina kesên li Îzmîr û Stenbolê li Kadikoyê protesto dikirin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240228-690x390cc-ist-28-02-24-gozaltindaki-12-kadin-serbest-jpgc841c8-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê ji bo protestokirina kesên li Stenbol û Îzmîrê hatibûn binçavkirin, duh li Kadikoyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de polîsan êrîşî girseyê kir, 12 jin binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Piştî kar û barên îfadegirtinê, di saetên dereng ên şevê de hatin berdan. Navê kesên ku hatin berdan wiha ne: “Hîvda Selen, Ebrû Yîgît, Sîmge Hatun Ozturk, Serpîl Topal, Aynûr Ergul, Leyla Can, Zuleyha Muldur, Elîf Baysal, Fatma Gulseren, Besra Îşsever û Hatîce Denîz Aktaş.”