"12’ê Îlonê berdewam dike"

Ayfer Kantaş têkildarî pêvajoya 12’ê Îlonê diyar kir ku serdema niha ji 12’ê Îlonê ne cudatir e wiha got: “Zextek pir zêde li ser jinan heye. Li ser jinan hem ji aliye aborî ve, hem ji aliyê siyasî û hem ji aliyê zayendî ve gelek zext hene. Bi gotineke din, yanî hewcehî bi darbeyeke wekî 12’ê Îonê nîn e. Qanûnên 12’ê Îlonê îro jî berdewam dikin. Ez wekî jin xwe azad hîs nakim.”

ZEYNEP AKGUL
Enqere - Tirkiye tam 41 sal berê, bi daxuyaniya derbeyê ya ku serê sibê roja înê ji radyoyê hat xwendin ji xew şiyar bû. Di daxuyaniyê de bi îmzeya Konseya Ewlehiya Neteweyî ku ji Serfermandarê Giştî Orgeneral Kenan Evren, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Nurettîn Ersîn, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Tahsîn Şahînkaya, Fermandarê Hêzên Deryayî Emîral Nejat Tumer û Fermandarê Giştî yê Leşkeran Orgeneral Sedat Celasun ve hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirk dest danîne ser reveberiyê. Vê heyama ku bi binçavkirin, girtin, darvekirin û îşkenceyê derbas bû bi qasî neh salan domiya.
Di 12’ê Îlonê de 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes hatin qeydkirin, 50 kes hatin înfazkirin. Di nava kesên hatin darvekirin de Erdal Erenê ku di dema girtina xwe de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê rastî îşkenceyên giran hatibû û dema ku ew hê 17 salî bû, temenê wî hat mezinkirin û hat îdamkirin jî hebû. Di heman demê de; 171 kes bi îşkenceyê mirin. Di 210 hezar dozan de 230 hezar kes hatin darizandin. 30 hezar kes mecbûr man ku wekî penaberên siyasî derkevin derveyî welat. Pasaport ji 388 hezar kesî re nehat dayîn. Hemwelatîbûna 14 hezar kesî hat rakirin û bi qasî 100 hezar kes bi endamtiya rêxistinê hatin darizandin û 30 hezar kes jî bi hinceta "bimehzûriyê" (sakincal) ji kar hatin avêtin. Rojnamegerên ku hatin darizandin bi giştî 3 hezar û 315 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Ji bo sedan rojnamegeran re jî cezayê heta bi hezaran salan ê girtîgehê hat xwestin. 300 rojnameger rastî êrîşê hatin, 3 rojnameger hatin kuştin. Hejmara kesên ku di navbera 12’ê Îlonê 1980-6 Mijdara 1983’an de, di binçavan de yan jî di girtîgehan de, mirine 183 kes in û hejmara kesên ku di greva birçîbûnê de mirine 5 e. Di dema êşkence û kuştinên kiryar nediyar de, nêzî hezar fîlim ji ber ku ew wekî bimezhûr hatin dîtin, hatin qedexekirin û nêzî 4 hezar mamosta û gelek êrkdarên zanîngehê ji kar hatin avêtin.
Rojên herî tarî yên dîrokê di bin dengê pêlavan de hat jiyîn. Ayfer Kantaş yek ji wan kesan e ku wan rojên reş jiyaye. Kantaş dema ku li Zanîngeha Hacettepeyê xwendekar bû hat binçavkirin û 3 mehan di binçavan da ma, di 4 salên girtîgehê de rastî îşkenceya giran hat. Ji ber ku wê demê li Girtîgeha Mamakê cih tunebû, enstîtuya perwerdeyê veguherandin girtîgehê. Enstîtuya ku kiribûn girtîgeh, piranî jin lê dian. Dersxaneyên enstîtuyê veguherandin qawîşan. Kantaş di wê enstîtuya ku polên wê veguherandibûn qawîşan de 3 meh dîl hat girtin. Piştî 3 mehan, derbekaran kesên ku li gorî xwe "serkêş" bi nav dikirin, dibirin qawîşa ku jê re digotin Beşa 9’emîn ku wan li odeyan qalorîfêr ava kiribûn. Kantaş 4 meh li wê 'odeya germkirinê' ma, piştî li Girtîgeha Mamakê kepir hatin çêkirin, ew birin wê derê. Kantaş sê sal û nîv li wan kepiran maye. Kantaş diyar kir ku serdema niha ji 12’ê Îlonê ne cudatir e wiha got: “Zextek pir zêde li ser jinan heye. Li ser jinan hem ji aliye aborî ve, hem ji aliyê siyasî û hem ji aliyê zayendî ve gelek zext hene. Bi gotineke din, yanî hewcehî bi darbeyeke wekî 12’ê Îonê nîn e. Qanûnên 12’ê Îlonê îro jî berdewam dikin. Ez wekî jin xwe azad hîs nakim.”
Em bi Ayfer Kantaş ku derbeya 12’ê Îlonê jiyaye û wan rojan bi awayekî çalak siyasetê dikir re di der barê 12’ê Îlonê de axivîn.
Di 12’ê Îlonê de we çi jiya? Hûn dikarin hinekî qala pêvajoya ku hûn di girtîgehê de mane bikin?
Di 12’ê Îlonê de, li seranserê Tirkiyeyê, nemaze li Enqere, Stenbol û Îzmîrê, operasyonên nedîtbar dest pê kiribûn. Wê demê, ez xwendekara Zanîngeha Hacettepeyê bûm. Wê demê, wan gelek şoreşger û demokrat binçav kirin. Di encama van operasyonan de, wan em jî birin. Wan hem mirovan, hem hemwelatiyên herêmî û hem jî jinên ciwan îşkence kirin. Bi gotineke din, bêyî ku li temen û zayendê binerîn, pêvajoyek êşkenceyê ya bêhed û hîsab pêk hat. Ez ê nekevim nav hûrguliyên van, tiştên herî  xirab ên qewimîn. Ez yek ji wan kesên ku rastî wan îşkenceyên nebaş ên xerab hatine me. Ez di 2’yê Kanûnê de hatim binçavkirin. Nêzî 3 mehan ez li qereqola polîsan mam, jixwe demên binçavkirinê 3 meh bûn.
"Enstîtuya Perwerdeyê veguherandin girtîgehê" 
Hûn li Girtîgeha Mamakê man?
Di serdema me de, ji ber ku Girtîgeha Mamakê pir tijî bû, wan jin birin enstîtuya perwerdeya 2 salî. Cihê ku em birin Enstîtuya perwerdeyê li Beşevlerê bû. Li Mamakê cih nemabû, wan girtîgehê bi mêran tijî kiribûn. Li vir, dema ku Bloka A, Bloka B, û Bloka C tijî bûn, wan jin anîn enstîtuya perwerdeya 2-salî, ango saziya perwerdeyê. Wan hemû deran girtin û kirin girtîgeh. Wan dersxane kirin qawîş. Wan ez birim enstîtuya perwerdeyê, qet nedifikirîbûm ku em ê werin wir, min berê xwe da dibistanê, tê bîra min ku min got, 'Xwedê, em hatin dibistanê.' Wan her der girtin, kirin girtîgeh, hemû ref bûn qawîş. Şert û mercên din ên fîzîkî yên li wir hebûn hemû veguherîn îşkenceyê. Mînak, ew bi şev deriyan digrin û hûn tu carî nikarin biçin destavê. Ji ber ku di refan de tuwalet tunebûn. Piştî jimartinên seet 20:00’an , refan digirtin; heta sibehê hûn nikaribûn biçin destavê. Ew jî îşkence ye. Ji ber vê yekê em nêzî 2-3 mehan li wir man. Paşê me serî hilda. Me got, 'Em girtîgeheke baştir dixwazin.' Bifikirin. Me got, 'Ev kar li dibistanan nayê kirin, pêdiviyên me nayên bicihanîn.' Hemam nîn e, tiştek nîn e. Tiştekî berbat e. Li wir, wan refan kirin qawîş û nivînan danîn.
"Qawîşa 9’an odeya qalorîferê bû" 
Hûn çiqas di girtîgehê de man?
Piştî 3 mehan, derbekaran kesên ku li gorî xwe"serkêş" bi nav dikirin, dibirin qawîşa ku jê re digotin Beşa 9’emîn ku wan li odeyê qalorîfer ava kiribûn. Vê carê em li odeya bi qalorîferan man. Nêzî 100 jin. Jinên din jî di wan refan de man. Li wê derê lûle hebûn. Ew hangar yanî odeya qalorîferê bû. Wan ranzayan danîn lê bi kêmanî tuwaletek me hebû, em dikaribûn bi şev herin tuwaletê. Tevî ku ew dengê di wan lûleyan re dihat jî, em pir kêfxweş bûn. Yanî wan odeya qalorîferê ji me re kirin qawîş. Em nêzî 4 mehan li wê enstîtuya perwerdeyê man. Paşê wan cih çêkirin. Li Mamakê kepir hebûn, ji ber ku hemû girtîgeh tijî bibûn bargeh çekiribûn. Li vir kepirên hovane yên pir sar ku jê re digotin Bloka C û Bloka D hebûn. Em li kepirê man. Vê carê wan piştî 4 mehan em birin wir. Hûn dikarin bifikirin ku Enqere çiqas sar e? Li cihekî mîna Mamakê sobe tune ye, her roj we derdixin û li we dixin. Çima em lêdan dixwin: Ji me re dibêjin leşker. Dibêjin: 'Hûn leşker in.' Me digot ‘Na, em jî ne leşker in; ma li gorî Hêzên Çekdar ên Tirk jin leşkerî dikin’ Heya ku em li Mamakê man, me ev ferzkirin qebûl nekir. Di pêvajoya mayînê de, me got ku em ne leşker in û em ê nikaribin perwerdeya leşkerî bibînin. Ez 4 salan mam, hin hevalên me 5, 6 , 7 sal man.
Her roj, di jimartina sibeh û êvarê de, wan dixwest bi qîrînê me bihejmêrin, wekî leşkeran xwe amade bikin, vî û wî bikin... Mînak, wan hewl da ku me bidin bezandin lê me baz neda. Wan perwerdeya leşkerî ferz kirin û me got, 'Na, em ne leşker in, em girtî ne, em ê tiştên ku hûn dixwazin nakin' û em 7-8 salan ango heta kesek tenê ma tekoşiyan. Ez di wê demê de, bi cezayê darvekirinê bi 146/1 dihatim darizandin. Wê demê, tiştek der barê we de ne girîng bû, tenê şoreşgerbûyîna we sedem ku hûn bi 146/1 werin darizandin. Ji her kesê re cezayê îdamê hat dayîn. Ji ber vê yekê, jin heya ku ew li Enqere Mamakê man û li enstîtuya perwerdeyê man, wan tu carî, nikarinbûn perwerdeya leşkerî bidin jinan, me jimartinek bi qîrînê neda. Me tiştek ku wan derxist pêş qebûl nekir. Mînak, wan dixwest ku em bibezin û biqîrin 'Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo welat.' Efserek lingên xwe davêt ser hev, dirûnişt û li me temaşe dikir. Me ev hemû red kirin û bi rastî jinan berxwedanek bêhempa nîşan da. Em giştî nexweş ketin, niha gelek mirov bi nexweşiya penceşêrê ne û ji ber penceşêrê mirin. Mînak, min du penceşêr derbas kirin, ji ber ku zû hat tesbîtkirin ez xelas bûm. Ev hemû ji ber îşkenceyên ku li rabirdûyê li me hatine kirin e.
12’ê Îlonê çi anî Tirkiyeyê û çi bir?
Îşkence anîi mirov ji mal û jî welatê xwe bûn gelek kes bêkar man.
"Niha qirkirinek heye" 
Li gorî we dewletê, der barê 12’ê Îlonê de rexnedayîna xwe daye? 
Berevajî, rêveberiyek ji 12’ê Îlonê xirabtir anî. 12’ê Îlonê gavek bû, piştî wî binesaziya xwe çêkir. Ev 40 sal in ku li ser wê biçe. Der barê 12’ê Îlonê de tu qanûn û tiştek nehatiye guhertin. Rexnedayîn nehat dayîn. Bi gotineke din, di 12’ê Îlonê de, qirkirinek pir cidî ya şoreşger û mirovên pêşverû pêk hat; niha şewazêk wê ya din tê kirin. Di warê aborî û siyasî de, bi teybetî, li her qadê qirkirin heye. Hûn ne dikarin karekî bibînin, hûn ne dikarin biçin cihê hûn dixwazin, hûn ne dikarin bi awayê ku hûn dixwazin bijîn, zextek domdar heye. Zexteke bêsînor li ser jinan heye. Ji aliyê aborî, siyasî û zayendî ve gelek zext li jinan tên kirin. Ji ber vê yekê ne pêwîst e derbeya 12’ê Îlonê pêk were. 12’ê Îlonê berdewam dike. Wek jinek, ez xwe azad hîs nakim. Ew heta mudaxeleyî hejmara zarokên ku em bînin jî dikin. Ez jinek azad im û jinek ku bi rastî berdêla wê daye me. Lê em li tu qadê azad nîn in. Em ne di qada karsaziyê de ne jî li devera ku em lê dixebitin azad nîn in, em li ser bingehek xwedî sekn û di warê kesayetiyê de xwe azad hîs dikin lê em ne azad in.
"Îro ji 12’ê Îlonê xirabtir e" 
Em rastî nirxandinên 'dema niha ji 12'ê Îlonê cudatir nîn e' tên. Baş e, hûn wekî kesek ku 12’ê Îlonê jiyaye dixwazin çi bêjin? Ma bi rastî cudahî tune ye? 
Hêj xerabtir e... Bi zagonan... Yek ji qanûnên ku bi 12’ê Îlonê re hatin, neguheriye. Berevajî, bi zêdekirina wê rejîmek zordesttir heye. Bi taybetî ji bo jinan. Hûn îro bi tu awayî di kar de ne azad in. Wek jin, tu nikarî bi tena serê xwe tiştekî bikî, gelek tişt tên serê te.
“Bi rêveberiya yek zilamtiyê re çi dixwazin dikin. ”
Ji xeynî geşedanên siyasî û aborî, li gorî we bandora Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ji bo îro çi ye?
We pirsek kiribû: ‘Li gorî we dewletê der barê 12’ê Îlonê de rexnedayîna xwe daye? Na, li ser vê yekê, rejîma zordest bêtir qanûnên zordestiyê anî. Mînak, Peymana Stenbolê... Peyman piştî ku zilamek bi tenê got, "Min ew rakir, hûn çi dikin bikin" betal bû. Ev ji 12’ê Îlonê xirabtir e. Dibe ku ew me tevan nexin bin dorpêçê lê gelek kes tên îşkencekirin, ew yek tiştek e lê bi qanûn û bi yekzilamtiyê tiştê ku dixwazin dikin. 
Ger em di warê bîranîna kolektîf de lê binihêrin em dijarin bibêjin ku 12’ê Îlonê girîngiya xwe di dîroka Tirkiyeyê de diparêze?
Mirov bêkar in, mirov bi mûçeyek pir kêm dixebitin. Bêyî ku ewlehiya wan hebe dixebitin. Mirov bê parastin in, sendîka tune ne. Ez salên berê di rêveberiya DÎSK’ê ku sala 1991’ê de vebû de bûm. Rast e, hûn nikarin qala wê derê bikin, hûn nikarin qala rêxistinbûna karkeran, an azadiya jinan bikin ku bi hev re tevbigerin... Rêxistinek tune ye. Mirovên ku bi çarenûsek wiha tesadufî hatine cem hev rastî berxwedanê tên, ji bilî wê tiştek nîn e. Ji hêla aborî, siyasî, civakî ve, tiştek tune ye. Ji 12’ê Îlonê xirabtir e. Wan ev bi qanûnê kirin. Qet nebe wê hingê vekirî dikirin. Tiştê ku wî bi çekan dikir, diavêt zindanê, niha ew bi qanûnê re hundirê saziyan vala dikin. Yanî ew niha bi qanûnan re dikin. Pêdiviya wî bi îşkenceyê nîn e, bi her awayî jiyan îşkence ye jixwe. Em çawa bi 2 hezar û 825 TL dijîn, ma ev ne îşkence ye? Îşkenceyek di wateya aborî de. Di wateya civakî de, em dikarin biçin sînemayê yan jî şanoyê. Ev îşkence ye. Ka hûn dikarin ji bo zarokên xwe tiştek bikirin na hûn nikarin, ew îşkence ye. Bi gotinek din, ew we mehkûm dike, bê rêxistin dike û ya ku heye vala dike. Kes hene ku ez wan pir nas dikim. Dibêjin; 'Ez mamoste me, ez nabim endamê Egîtîm-Senê ji ber ku ew pir tişt dikin... Ez ê herim, nizanim ji çi re bibin endam. Ji ber ku ew min tecrîd dikin.’ Tirsek wisa heye; împaratoriya tirsê. Ew bi çav nayê dîtin lê her kes ji hev ditirse, nikare xwe îfade bike.
"Sivîl, ji dîktatoriya leşkerî jî xirabtir e" 
We texmîn kiribû ku dê derbe çêbibe? Ji ber çi bûyerê we ev yek dîtibû?
Her dem mudaxeleyên leşkerî dibin. li Tirkiyeyê ji bo ku muxalefeta civakî were bêdengkirin, tiştên wiha her tim diqewimin. Erê, min texmîn kir ku dê darbe çêbibe. Lê edî ji wê pê ve çenabe, ji ber ku desthilatdariya sivîl ji dîktatoriya leşkerî jî xirabtir e. Ew vê yekê bi yek zilamî re dikin. Wan sîstem jî guherandin. Dema ku ew nikaribe îdare bike darbeyên leşkerî çêdibin.
Herî dawiyê, tiştek ku hûn bixwazin lê zêde bikin heye?
12’ê Îlonê bi mirovan pir tişt da windakirin. Wan deman, em ciwanên 20-25 salî bûn, em hemû bi rastî jî zarokên bêkêmasî jîr bûn. Wan mirovên xwedî eşq û vîna jiyanê di gavekê de tune kirin, belav kirin. Lê niha gava ku hûn li paş xwe mêze dikin, pir kesan jiyanê li gorî xwe hilbijartine û bêguman, kes ji kirinên xwe ne poşman e. Her çend wê demê me pir îşkence kirin jî ez jî tê de em giştî der barê tiştên ku me jiyane de bi rûmet diaxivin. Mînak, hevjînê min bi cezayê darvekirinê hat dariznadin û cezayê darvekirinê danê. Paşê, bi vê qanûnê cezayê wî veguherandin cezayê muebetê. Mînak, ez jî bi 146/1 du caran bi cezayê darvekirinê hatim darizandin. Wan her kesê ku ew xeternak dîtin bi cezayê darvekirinê ceza kirin. Lê gelo hevalên me yên ku hatine darvekirin tunebûn qey? Hebûn. Wê demê wiha bû. Lê ger şert û merc guncav bûna bi rastî dikaribûn me tevan bikuştana. Atmosferek wisa hebû  lê niha wisa nabe qey? Dibe hem jî bi eşkerayî. Ez difikirim ku ew niha mirovan bi rengekî hovane dikujin, înfaz dikin. Pêdiviya wan bi darvekirin û zagonê nîn e.