11 Jinên Tûnisî di roja 4’an de meşa xwe ya ber bi paytextê ve dewam dikin

11 jinên Tûnisiyên 14’ê Tebaxê ji başûrê rojavayê Tûnisê derketin rê û ber bi paytextê ve dimeşin, ji bo dengê xwe bigihînin rêveberiya Tûnisê hîna meşa xwe didomîne

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – 14’ê Tebaxê 11 jinên Tûnisê ji bo ku rewşa xwe ji Serokwezîrê Tûnistê Kais Saed re vebêjin û dengê xwe bidin bihîstin ji herêma "Um El-Areyes" a parêzgeha Gafsayê ya başûrê rojavayê Tûnisê ber bi qesra Kartacayê ya li paytext Tûnisê ve ketin rê û hîna jî dimeşin. 
“Bese ji bêdengiyê re, heta niha me gelek sebir kir”
Yek ji jinên pêşengiya meşê dike Leyla Zaghdûd ji ajansa me re got ku ew û hevalên xwe çûne paytextê da ku bi Serokwezîr Qais Seîd re hevdîtinê bikin, dengên xwe ragihînin û destnîşan kir ku armanca wan ji hevdîtina bi serokwezîr re ew e ku çîrokên xwe yên êş û hejariyê vebêjin û çareseriyên radîkal ji bo rewşa wan werin dîtin. Leyla Zaghdûd bal kişand ku wê berê li avahiya parêzgehê li Gafsayê rûniştinek li dar xistibû lê hemî rûniştin bi nerazîbûna rayedarên têkildar re rû bi rû ma û got; "Bes e ji bêdengiyê re, maf binpê dibin, me gelekî sebir kir û ji xeynî sozên derewîn me mafê xwe yê ji bo jiyana hêja û bi rûmet negirt."
“Ji ber hejariyê jin di mercên zor de dijîn”
Selama El-Aidudî, hêvî dike ku serok bi wan re hevdîtinê bike û çareseriyek ji vê êşa ku gelekî dirêj kir re bibîne û banga peydakirina kar kir lewre gelek kes ji wan xwedan bawernameyên zanîngehê ne lê heta niha li benda karekî ne û hukumet xemsar e.
Di gel Kovara Rewşa Kesane ku maf û azadiya jinan diparêze, ev jin ji ber hejariyê, di şert û mercên zehmet de dijîn, li ser riyan di vê germa havînê de ku pile gihîştiye 49 an pêxas dimeşin, di mesa 400 km de tîbûn û birçîbûn rêhevalên wan in. 
Azîza El-Qeterî, nikaribû hêsrên xwe bigre û li ser rewşa xwe ya civakî ya dijwar û siyaseta paşguhkirinê ji hêla komîserê herêmê û her wiha ji hêla parêzgarê herêmê ve axivî.
Em ji jinên Tûnisê hînî piştgiriya aktîfkirina sozên li ser kaxizê mane bûn
Li aliyê din, çalakvana femînîst û seroka komeleya "Dengê Hawa", Jannat Kadashi, piştgiriya xwe ji jinên mexdûrî hejarî û paşguhkirinê re anî ziman, banga aktîfkirina sozên berê yên xebitandina zarokên welat  kir. Ne mantiqî ye ku Tûnis salvegera 65’an a weşandina kovara Rewşa Kesane pîroz bike û jinên wê bi van şêwazên rûreş tên dîtin ku dijberî prensîbên mirovahî ne divê rayedarên têkildar guh bidin daxwazên wan û bi lez ji bo wan li çareseriyan bigerin.
Li aliyê din Rahma Zghdudi, çalakvanek civaka sivîl li parêzgeha Gafsayê, li ser xwepêşandanan şîrove kir û got; "Jinên Tunisê bi rêbaza xwe ya protestoyî ya klasîk û aştiyane, em fêr kirin ku em piştgiriya jinan û daxwaza aktîfkirina sozên ku tenê li ser kaxezê mane bi cih bînin... Em ê li hemberî birçîbûna jinên bajarê xwe bêdeng nemînin. Desthilatdar û parlamenter, ji fikarên komên ku hatin paşguhkirin û belengazên li welat dûr in, ew sozên xwe yên hilbijartinê bi cih naynin û êşa rojane ya van koman û xetereyên mezin ên jinên gundî pê re rû bi rû dimînin hîs nakin. Gelo berpirs van êşan dizanin? Ev rewş paşxistin û bendewariyê dixwaze?” 
Jinên li herêmên gundewar dijîn vê rewşa xirab heq nakin
Ew hêvî dike ku bersivek ji hukûmetê bigre û bi bîr xist ku herêma Gafsayê navenda sereke ya hilberîna fosfatê ye li Tûnisê ku beşek mezin ji budceya dewletê digre û ji bo gel û jinên herêmê ne mantiqî ye di vê rewşa dijwar de bimînin.
Rêhevalê wan Hamdî Selmî jî got; "Jin çend roj berê ji parêzgeha Gafsayê ber bi paytext, Tûnisê ve bi rê ketine" û destnîşan kir ku ew di warê çandiniyê de di şert û mercên civakî yên dijwar de dijîn û diyar kir ku ew di bin zordariyek mezin a aborî û civakî de ne û destnîşan kir ku wan daxwazek ji rayedarên herêmî re şandine da ku wan di berdêla mûçeyek ku rûmeta wan dixe bin temînatê de bixebitînin da ku debara jiyana malbatên xwe bikin daxwazên wan bi xemsariyê hatin pêşwazîkirin.
Hamdî Selmî yê ku bi wan re ye û piştgiriyê dide têkoşîna wan a li dijî polîtîkaya paşguhkirinê, destnîşan kir ku divê girîngî ji bo jinên li gundan dijîn û bi hejariyê re rû bi rû ne were dayîn.