11 jinên Tûnisê yên hefteyekê meşiyane hîna li benda hevdîtinê ne

11 jinên parêzgeha Gafsayê ber bi qesra Kartaca ya Serokomarê Tûnisê ve ketibûn rê û piştî hefteyek meş 20’ê Tebaxê dema gihiştin paytextê daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê Serokomar Kays Saed ve hat redkirin, ji wê demê ve bi israr li benda hevdîtinê sekinîne.

 
ZİHÛR EL-MEŞRİQΠ
Tûnis- 11 jinên Tûnisê yên 14'ê Tebaxê ji bo Serokomarê Tûnisê Kays Saed di derbarê rewşa jinan a nebaş de hayîdar bikin dest bi rêwîtiya hefteyekê kirin. Jinên ji Herêma Um El-Areyes a parêzgeha Gefsayê a Başûr Rojhilatê welat meşiyabûn û berê xwe dapûn qesra Serokomarê Tûnisê Kartaca ya li paytextê ye  di 20'ê Tebaxê de gihiştibûn paytextê lê mixabin daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê Serokomar Kays Saed ve hat redkirin. Ew jî têr nekir, piştî wê rêwîtiya dirêj û westanê polîsan jinên çalakvan dorpêçkirin û daxwazên wan hatin paşguh kirin. Tenê ji bo serokomar bertek li hemberî xwe zêdeneke yek ji karbidestan wezîfedar kiribû ji bo ku bi jinan re biaxive û li daxwazên wan guhdarî bike.
Heya niha jî jinên çalakvan li Mala Ciwanan a li devera Marsa a Bakurê Paytextê dimînin, piştî ku wan red kirin ku bi şêwirmendê serok re biaxifin û biryara xwe ya ku ew dixwazin tenê bi Serokomar Kays Saed re didomînin.
“Li gel hemû zehemtiyan jî daxwaza me ya hevdîtinê nehat pejirandin”
Jina bi navê khadija Zaghdudî ya 60 salî ku di meşê de cîh girtî bi riya ajansa me bang li Serokomar Kays Saed kir ku bilez pêşwazîkirina wan û guhdariya êşa wan a ku bi salan li bendê mane, westandin û zordariyê kişandine û daxwazên wan ên ji 2011'an û vir de ku hatine pajgogirin tevî hemî sozên ku hatine dayîn û wiha pêde çu: "Em banga elîkariyê li Serokomarê Tûnisê dikin ku ji derveyî serok baweriya me bi ti perpirsyaran nema ye. Li gel hemû zoriyên me kêşa heya me xwe gihand ber qesrê jî bi me re hevdîtin nekir û em şandin mala ciwanan. Cardin em bi hêvîne ku pêşwaziya me bike.”
“Em daxwaza mafê xwe yê rewa yê derfeta karkirinê dikin”
Jina bi navê Sîham Zaghdudî ya 52 salî got ku ji bo ji xizanî, marjînalîzebûn û neheqiyê birevin ketine  vê rêyê û tekez kir ku ew 400 km yan meşiyan, wan pir hewildan kirin ku daxwazên xwe ji rayedar û perpirsên herêmî re vebêjin lê bê encam bû û daxazên wan dihate paşguh kirin û wiha dom kir: "Me hêvî kir ku Serokomar Kays Saed ê xwe weke "kurê gel" dide nasîn li daxwazên gel guhdarî bike. Em tiştek cuda naxwazin tenê mafê xwe yê rewa yê karkirinê dixwazin ev jî mafê me ye. Tenê bila li me guhdarî bike em daxwazên xwe jêre bêjin, dibe ku bikare mercên jiyana me yê zor baştir bike û derfeta kar ji me re peyîda bike."
"Em ji bo geşkirina hêviyên zarokên xwe ketin rê"
Jina bi navê Aîşa Slmî ya 60 salî jî di derbarê hêviyê xwe de wiha got: "Em jinên herêma El-Menacim in, Em ji Um Al-Areyes bi peyan, westiyayî û birçî heya vêderê hatin. Tu kes êşên me nizane. Daxwaza me ew ku em bi Serokomar Kays Saed re hevdîtinê bikin. Ew hêviya meya dawi ye ku em ji pirsgirêkên xwe yên bi salane pêre ru bi ru man re çareseriyek bibîne.  Em ji tarîtiyê tên bi hêviyek mezin ji bo çareseriyek ku dê rûmeta me û rûmeta zarokên me bi dest bixe, hatin."
Hêjayî balkişandinê ye ku tevî li Tûnisê gelek gavên ji bo jinên li gunda dijîn tê axaftin jî lê hîn jî ew dinava hejariyê de dijîn. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl di daxuyanî û forûmên berê de tekezî li ser pêkanîna biryaran kiribûn, ji bo jinên ku li gundan dijîn  û pêşxistina statuya wan a civakî veguherin çalakiyên wekheviyê. Di her 10 salan de gelek biryar têne imze kirin ku derfet dide ji bo şert û mercên jiyanê baştir bike. Ji zêdetirî 500 hezar jinên li gundan dijîn karbikin lê tiştek ji van nehatiye pêkanîn namzet jî siyaseta xemsariyê ya rayedaran li herêmê.
https://www.youtube.com/watch?v=pCo4ibswJa8