107 koçberên li Lîbyayê hatibûn ragirtin hatin rizgarkirin

Li bajarê El Kufrah ya Lîbyayê 107 koçberên ku di nav de jin û zarok jî hene û dihat gotin ku ev 7 meh in hatine ragirtin, hatin rizgarkirin. Li ser laşê hinek koçberan şopên îşkenceyê hatin tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan – Departmana Lêpirsîna Cezaî ya Lîbya ya welatê Bakûrê Efrîqa (CID) di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku 107 koçberên li herêmek ya başûr û rojhilatê welat hatibûn ragirtin û di nav de jin û zarok jî hene, hatine rizgarkirin. 

Li gora zanyariyên ku di ajansa nûçeyan ya Reutersê de cih digre; Berdevkê CID ya li Bîngazî Walîd Alorafî diyar kir ku koçber nêzî 7 mehan e hatine ragirtin, hinek koçber dixwazin derbazî Ewropa bibin. Walîd Alorafî da zanîn ku koçber ji welatê bin sehra û bi taybet ji Somalî hatine û got: “Şevê din me bi ser şkeftekê de girt û me koçberên derzagonî yên ku di nav de jin û zarok jî hene û li ser laşê wan şopên îşkence hene, her wiha pîrên ku li ser laşê wan şopên guleyan hene dît.”

Walîd Alorafî got: “Hemû koçber, ji bo hinek prosedur werin temam kirin radestî saziyên koçberên derzagonî hatin kirin.” Walîd Alorafî derbarê rewşa tendirûstiya koçberan de da zanîn ku rewşa hinekan gelek xirab e.

CID piştî serdegirtinê dîmen parve kir. Di dîmen de mala ku koçber lê dihat girtin ji aliyê hêzên CID ve hate hilweşandin teyîsî kamareyan. Hînek koçber jî ji aliyê xebatkarên alîkariyê ve birin ambulansan.

Ji 43 welatan, 704 hezar û 369 koçber hene

El Kufrah nêzî 712 kîlometre dûrî Trablusê cih digre. Yek ji noqteyên koçberên ku dixwazin ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin e. Li gor daneyên Netewên Yekbûyî (NY) yên xwe dispêre hejmarên ku 100 şaredariyan kom kiriye; ji nava 2023’an heta niha li welat ji 43 welatan 705 hezar û 369 koçber hene.