104 Roj: Hiqûqa serweran dê rojek bi dawî bibe

Çalakiya edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 104’emîn de ye. Malbatê peyama "Di vê têkoşîna edaletê ya ku me bi hêvî dest pê kir, piştgiriya raya giştî hêviya me mezintir dike" parve kir.

Riha- Çalakiya edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bû, berdewam dike.
Malbat, ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di 104’emîn a çalakiya xwe de li ser medya civakî peyama "Di vê têkoşîna edaletê ya ku me bi hêvî dest pê kir, piştgiriya raya giştî hêviya me mezintir dike. Heta ku berpirsyar bên darizandin têkoşîna me wê berdewam bike. Hiqûqa serweran bêguman rojek dê bi dawî bibe” parve kirin.