10 sal cezayê girtîgehê li çalakvana Cezayirî hat birîn

Daraza Cezayîrê, biryar da ku aktîvîsta siyasî Amira Bourawî ku yek ji kesayetiyên herî pêş a muxalefeta Cezayîrê ye, mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku Dadgeha Cezayê ya Konstantîn a li rojhilatê Cezayîrê, aktîvîsta siyasî Amira Bouraoui ku hemwelatiya du welatan, mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê kiriye.

Amira Bouraoui Fransî ya bi eslê xwe Cezayîrî 7’ê Mijdarê mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê hat kirin, bi tometa “axên cezayîrê bi rêyên derqanûnî terîkand” hat sûcdar kirin. Amira Bouraoui, tevî ku qedexeya derketina derveyî welat li ser hatiye sepandin jî, dema hewil dide bi rêya Balafirgeha Tûnisê biçe Parîsê hatibû girtin.