1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan dê bê lidarxistin
Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhan’ê wê sibe li bajarê Silêmanî 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ were li darxistin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231206-823x463cc-nvnd-6-12-2023-silemani-konferansa-navneteweyi-jpg0769c9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe wê li bajarê Silêmaniyê 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ were lidarxistin û du rojan wê bidome.
Konferans wê di derbarê akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola bingehîn a jina Kurd were lidarxistin. Wê lêkolîner û akademîsyen bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.
Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya ‘Zanîngeh di vekolan xizmeta ji bo civakê deye’ de, hewl dide pirsgirêka jinan bike mijarek zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek berbi vê armancê veye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.