Şerê posteran û fikarên ji bo pêşeroja Şamê
Di nava nakokî û gengeşiyan de bajarê ku hemû nakokî û guhertinên heyî li Sûriyeyê nîşan dide, Şam e. Nakokî û pevçûnên di navbera kevneşopî û nûjeniyan, hîzar û azadiyê de, li her kolanê xwe nîşan dide.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-watsab-btarykh-2025-01-29-fy-14-48-29-8539c004-jpgf65884-image.jpg)
REMA XELAF
Dimeşq (Şam) – Li kolanên Şamê û piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam bi serkêşiya Colanî dest danîn ser rêveberiya welat, posterên ku peymanên têkel ên li ser cilên jinan hildigirin, belav bûne. Hinek derdoran dirûşmên ku divê jin hîzarê li xwe bikin belav kirin û hinekan jî posterên ku jin bi dilê xwe cilan li xwe dikin, belav kirin. Ev nakokî di nava şêniyan de bi fikar tên pêşwazîkirin. Fikarên wekî aliyek wê ji pêşketinên nû re vedike û aliyê din jî hewl dide civakê bike bi kontrolên xwe û azadiya wan asteng bike.
Di postera ku jinek hîzar li xwe kiriye cih digre de wiha dibêje: “Şertên hîzarên Îslamî: Divê hemû bedena jinan bigre. Divê neşibe cilên mêran û jinên kafir. Divê ev cil fireh bin ne teng bin. Divê bêhnên xweş ji wan neyên. Divê ev cil ne tenik bin (bedena jinan xuya neke). Divê ne xemilandî bin. Divê ne cilên navdaran bin.”
Di postera ku jina servekirî ya bi cilên nûjen tê de cih digre de jî dibêje ku her kes azad e, kîjan cilan bixwaze dikare li xwe bike.
Nîqaşên cuda tên kirin
Belavbûna van posteran ne bûyereke dîtbarî ya demkî ye. Her wiha derî ji gengeşiyek civakî ya berfireh re vekir. Mînak, gengeşiyek li ser nasnameya çandî ya Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê; Hin kes ditirsin ku ev tenê derbirînek xwezayî ya cihêrengiya rewşenbîrî ye. Hinek jî dibêjin destpêka polarîzasyonek nû ya ku dikare perçebûnê kûrtir bike ye.
Yê herî nerm jî cudahiyan red dike!
Cîhed Hizênî ku ji niştecihên Şamê ye û li dijî tundî û kaosê xwedî nêrînek nerm bû, wiha got: "Ji sedî 80’yê jinên Sûriyeyê hîzar li xwe dikin. Ez ne bi sedî 10 jinên ku bi tundiyê re rûbirû dijîn re me û ne jî ji sedî 10’ê jinên ku azadiyê şaş pêk tînin re me. Ola me oleke navîn e û ji hemû nijad û mezheban re vekirî ye."
'Tenê jin wê biryara azadiya xwe bistînin'
Esala Qasêm jî anî ziman ku ev diyarde li welatekî ku guherîneke mezin a siyasî û civakî lê heye, xwezayî ye û wiha got: "Ew belavokên ku vê dawiyê hatine belavkirin, tiştekî ecêb in. Ji ber ku bi rêya wan hatiye nîşandan ku her kes xwedî azadiya derbirînê ye. Welat ji bo hemû ferasetan hat vekirin. Di dawiyê de ev mijareke ku jinan eleqedar dike û ew ê biryarê bidin ku çi dixwazin."
Refleksiyona veguherîna civakê
Hin kes di wê baweriyê de ne ku ev nakokî tenê ji bo dirêjkirina rewşa ji nû ve avakirinê ya ku civaka Sûriyeyê tê re derbas dibe ye. Ji ber ku komên cuda hewl didin bandorê li ser raya giştî bikin û taybetmendiyên qonaxa pêşî çêkin. Di heman demê de ji ber nebûna kontrolên zelal ên li ser mijarên azadiyên takekesî, tê payîn ku ev nîqaş demeke dirêj di nava civakê de xwe bidomîne.
Pêşniyara azadiya derbirînê
Bi zêdebûna eleqeya li ser vê mijarê re, hinek pêşniyar ji civînên civakê yên ku vê paşê li Şamê hatin lidarxistin, derketin holê. Ya herî girîng ji van pêşniyaran, pêşxistina azadiya derbirînê ya bêyî ferzkirina dîtinên yekalî bû. Ev jî pêwîst e di çarçoveyeke ku herî zêde rêzê de li cihêrengiya civakê digire de pêk bê. Her wiha, redkirina her hewldanek ji bo ferzkirina hin şêwazên cilûbergan, çi bi rêya propaganda û çi bi zextên civakî be. Pêngava diyalogeke civakî ya berfireh li ser mijarên azadiyên takekesî ku tê de kom û arasteyên cihêreng cîh bigirin jî girîng e.