Zêmarek ji bo rojên qirkirinê: Li dora Rihayê çiyayên bi dûman
Komkujî ne tenê canê mirovan, bîra wan jî tune dike; li dû xwe êşeke ku nifş bi nifş didome, jiyana nîvçemayî û çîrokên ku xwe berdana kûrahiya axê dihêle. Êşên ku jinan kişandine heta îro jî ‘li derdora Rihayê’ olan didin.
Navenda Nûçeyan – Rojhilata Navîn û erdnîgariya li derdora wê, bi sedan salan e, şopên komkujiyên ku ji ber cudahiya nasnameyan, bawerî û aydiyetan hatine jiyîn di xwe de dihewîne. Di van pêvajoyan de bi sedhezaran mirov hatine kuştin, ên sax mane jî bi travmayên kûr re rûbirû man. Van êşên ku xwe di bîra civakî de bi cih kirine; nifş bi nifş tên ragihandin.
Fikra “Jiyana bi hev re” her çendî gelek caran were ziman jî; rastiyên dîrokî dîwarên nefret û înkarê yên li pêşiya vê îdealê hatine çêkirin nîşan didin. Komkujiyên ku li ser wan nehatiye axaftin û hevrûbûn bi wan re çênebûye jî tenê di paşerojê de namînin; bingeha pevçûn û şîdeta heyî ya îro jî çêdikin.
Yek ji qirkirinên herî mezin ên di dîrokê de 24’ê Nîsana 1915’an hê jî di navenda nîqaşan de ye. Di wê serdemê de Ermenî, weke dendikên hinaran li çar aliyên cîhanê belav bûn. Têkiliyên jiyana hevpar hatin birandin, li dawiyê êşên ku nifş bi nifş domiyan man.
Di navbera salên 1915-1916’an de bi sedhezaran mirov hatin kuştin, bi milyonan ji cih û warê xwe hatin derxistin. Di wê pêvajoyê de jin rastî gelek binpêkirinan hatin. Tecawiz weke amûra şîdeta sîstematîk hat bikaranîn; jin di riyên surgunê de yan jî li bazaran hatin kirîn û firotin. Bi hezaran jin û zarokên ku berê wan dan çolên Sûriyeyê di mercên dermirovî de ji bo jiyanê têkoşiyan.
Nefret didome
Di roja me de hê jî mijara berpirsyariya hiqûqî û dîrokî cihê xwe di rojevê de digre. Naskirina qirkirinê, weke gavek ku sûcên hatine kirin ji nû ve werin nirxandin veke tê dîtin. Li Tirkiyeyê jî dibe ku pênasekirina pêvajoya qirkirinê weke “qirkirin” bibe mijara darazê. Vê rewşê, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşya hevrûbina bi paşerojê re ye. Gotinên nefretê û cudakarî jî bi êrîşên li dijî nasnameyên cuda didomin.
Lêgerîna jinan a ji bo hiqûq û edaletê
Li çar aliyên cîhanê, di serdemên wiha yên zêde zoriyan kişandine jinên dayîk bûne. Di qirkirina sala 1915’an de jî ên zêde êş kişandin jin û dayîk bûn. Êşa herî mezin ji wan mirina zarok û xizmên wan bû. Van êşan, bi xwe re zemarên ku bi salan li ser ziman man anîn.
Ji aliyê Fona Verjîne Svazlian ve zêmarên jinan hatin qeydkirin. Di nava wan zêmaran e yên bi zimane Ermenî jî hebûn, ên bi zimanê Tirkî jî hebûn. Yek ji yên Tirkî yên navdar “Li derdora Rihayê çiyayanên bi dûman” e ku îro bi versiyoneke din di “şevên rêzê” yên Rihayê de te gotin e. Di sala 1927’an de Hagop Grurcyan ê li Rodosto – Nor Ateşê hatine cîhanê, di sala 1985’an de vê helbestê qeyd kir. Tevî vê tabloyê jî lêgerîna jinan a ji bo edalet û heqîqetê didome. Têkoşîna hesabdayîna mîrasê reş ê paşerojê, tenê hevrûbûneke dîrokî nîn e; di heman demê de ji bo di pêşerojêde heman êş neyên kişandin têkoşîn e.
Ji wan rojan heta îro ev riste li ser ziman in:
“Li derdora Rihayê çiyayên bi dûman,
Ermenî dişewitin, çavên wan digrîn,
Ên li derdora Rihayê çandiniyê dikin,
Ên çandiniyê dikin rindan hildibjêrin,
Xezal neçe wan çiyayan,
Tu yê bibî nêçîr,
Dê te ji dayîk û bavê te veqetînin.
Xezalek li derdora Rihayê digere,
Bê eman li karxezala xwe ya winda digere,
Xezal dilê min jî weke te birîndar e,
Min çare ji derdê xwe re nedît
Xezal neçe serê van çiyayan
Tuyê bibî nêçîr,
Dê te ji dayîk û bavê te veqetînin.
Li derdora Rihayê çiyayên bi dûman,
Rê bidin ez biçim çiyayên bi dûman,
Karxezala min li xerîbiyê ye
Axîn dikşîne û digrî.”
Em vê strana ku ji hestên jinan der bûye ji dengê Îlkay Akkaya guhdar bikin…