Portriye rojê: Têkoşîna Duygu Asena bi jinan mezin bû

Femînîst rojnameger-nivîskar Duygu Asena 19’ê Nîsana 1946’an li Stenbolê çavên xwe li jiyanê vekir, têkoşîna xwe bi her dijwariyê re zêdetir kir. Bi fikrên ku anî ziman, jin şiyar bûn û bi têkoşîna ku ji wê dewir girtine mezin dibin.

Navenda Nûçeyan– Femînîst rojnameger-nivîskar Duygu Asena ku bi kesayeta xwe ya têkoşer tê naskirin, di 19'ê Nîsana 1946'an de li Stenbolê ji dayik bû. Di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna xwe ya femînîst di pirtûkên xwe de vegot û ramanên xwe anî ziman. Koleja Keçan a Kadikoyê ya Taybet û li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Wêjeyê beşa Pedagojiyê qedand û du salan wek pedagog xebitî. Duygu Asena di sala 1972’an de li rojnameya Huriyetê dest bi rojnamegeriyê kir di gotarên xwe de nasnavê Şîrîn bi kar anî. Paşê di Rojnameya Ayrintili Haber de xebatên xwe yên rojnamegeriyê domand. Di navbera salên 1976-78’an de li Man Ajansê nivîskarî kir û di sala 1978’an de li Weşanxaneya Gelîşîm dest bi xebatê kir. Duygu Asena dema xwe di gotaran de îfade dikir bênavber dinivîsand û bang li jinan kir.

Zîhniyeta baviksalar pirtûka wê qedexe kir!

Piştî karê xwe yê rojnamegeriyê pirtûka bi “Navê Jin Nîn e” nivîsî û navê wê bi vê pirtûkê deng veda. Pirtûk ji ber zîhniyeta baviksalar di sala 1998'an de bi hinceta mustehcen e hat qedexekirin. Ji bo pirtûka xwe têkoşîneke hiqûqî da meşandin û di dawiya 2 salan de bi ser ket. Piştî têkoşîna wê ya hiqûqî bi ser ket, derhêner Atif Yilmaz pirtûk kir flîm. Pirtûka wê ya duyemîn jî "Bi rastî evîn jî tune ye" bû. Pirtûka ku 36 caran hat çapkirin, li Almanya, Hollanda û Yewnanistanê hat weşandin û ji aliyê xwîneran ve hat ecibandin. Hemû pirtûkên wê yên din li ser jinan bûn. Duygu Asena ku têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan da berdewamkirin, ji bo balê bikşîne ser tundiya li ser jinan di Kovara Kadinca de bi gotina "Dayaga Son" bi gotar, gotin û çalakiyên xwe li dijî tundiyê têkoşiya.

"Dema ku rojek kesek ji we re…”

Duygu Asena piştî ku nexweşiya xwe fêr bû, di quncikê xwe yê Rojnameya Vatanê de, wiha nivîsîbû: "Dibe ku rojek kesek ji we re, elbet ew kes doktor e, bibêje tiştek di mejiyê te de heye. Erê, we MRI mêjî kişand û di mêjiyê we de tiştek heye. Ji wê gavê û pê de jiyana we dê bi tevahî biguhere. Mînak, ji bo biyopsiyê diçin nav wê tiştê di mejiyê wê de, ma bila tiştekî wek yek loq bigrin û binêrin, an jî wekî emeliyateke giran bikevin hundir û her tişta heyî bigirin? Kerem kin, ez bawer im ku hûn fêm dikin ev biryar çiqas cidî ye.”

Duygu Asena ku teshîşa nexweşiya tumora mêjî ji bo wê hatibû danîn û demeke dirêj tedawî didît, di 27'ê Tîrmeha 2006'an de jiyana xwe ji dest da. Piştî Duygu Asena, Yekitiya Nivîskarên PEN’a Tirkiyeyê xelata PEN’ê ya Duygu Asena dide.

Jinan têkoşîna wê dewr girtin

Duygu Asena ku di her gotara xwe de bang li jinan dike ku li hember zehmetiyan bi hêz bin, di pirtûka xwe ya bi navê “Navê Jinê Nîn e” de wiha dibêje; "Hemû jin ji bo zewicandinê hatine amadekirin. Dema ku mêrek bixwaze bi jinej re bizewice, ji zewqê dimirin. Roja ku ji wan re teklîfa zewacê tê, di jiyana wan de roja herî mezin e. Roja dawetê, roja xirabûna keçanî, roja ku bibin dayik, sê-pênc rojên wan ên mezin hene. Afirînerên van sê-pênc rojên mezin bi xwazayî mêr in. Bêyî wan qet rojên mezin nîn e, ji ber ku hûn jî yek ji wan in divê hûn rêz bigrin quralên wan. Ger rêz negrin, hûn ê êşê bikşînin, cuda werin ditîn, dijî bimînin. Ger hûn rêzê bigrin? Hûn ê êşê bikşînin, hem jî êşa esasî bikşînin. Hem jî bêyî ku hûn zanibin êş dikşînin hûn ê êş dikşînin.”

Duygu Asena bi risteyên xwe re hewl da jinan şiyar bike. Niha jî jin bi şiyarbûna xwe re têkoşîna ku ji wê dewr girtine mezin dikin.