Portreya Rojê: Sylvia Pankhurst navê vîna li hemberî îşkencekaran e

Jinek enternasyonalist a ji têkoşîna mafê jinan ê dengdanê heya bidestxistina mafê karkeran, li hember derketina nijadperestiyê heya tevlîbûna tevgerên antîfaşîst di gelek qadan de ked daye Sylvia Pankhurst.

Navenda Nûçeyan - Sylvia Pankhurst 5’ê gulana 1882’an li bajarê Manchester ê İngiltere yê hatiye dinê. Ji bo têkoşîna bidestxistina mafê jinan ê dengdanê di dîrokê de navê despêkê tê hişê mirovan Sylvia ya endama Partiya Bêaliya Karkeran (ILP) ê bûye.

Dayika Sylvia Emmeline jî parêzvanek mafê jinanbû, bavê wê Richard jî bawermendek sosyalist ê piştgiriya mafê jinan dikir. Mala wan weke rawestgeha hevdîtina sosiyalîstanbû, li gel nêrîna dayik û bavê xwe timî ji nêrîna mêvanên dihatin malê jî bandor dibû. Ji ber pirsgirêkên siyasî malbatê koçî Londrayê kir, piştî demekê cardin vegeriyan Manchester ê. Piştî perwerda dibistana amadeyi ya keçan a Manchester ê, sala 1898’an li heman bajarî dest bi perwerdeya dibistana hunerê kir û di heman salê de bavê xwe winda dike.

Li gel xebatên siyasî ew wênesaza serketîbû

Sala 1900’an South Kensington Royal College of Art burs qazanc kir, ew grafigci û wênesazek serketîbû. Li gel xwendina xwe têkoşîna xwe ya polîtîk jî berdewam dikir. Sylvia li gel dayik û xwişka xwe Christabel di Yekîtiya Siyasi û Civakiya Jinan (WSPU) a sala 1903’an hatî avakirin de dest bi xebatê kirin. Armanca yekîtiyê jin jî weke mêran di dengdanê de xwediyê mafê wekheviyêbin.

Bi qasî têkoşîna siyasî Sylvia di hunera wênesaziyê de jî xizmeta tevgera Sufrajet an kir. Hemû lêhurbûn û demê wê ji bo serketina têkoşîna jinêbû. Di vê pêvajoyê de bala mediyayê jî ser têkoşîna jinan bû, lê sala 1905’an baldariya heyî kêmbû. Mafê jinan êdî ji bo mediyayê mijare kereke nebû û cihê mafkirî nedidan nîşandan.

Sala 1906’an Sylvia Royal College of Art berda û hemû dema xwe da xebatên WSPU yê. Di heman salê de ji ber maf nedan jin di dadgehê de baxivin çalakiya protestoyî pêkanîn û di çalakiyê de rastî cezayê girtîgehê hat. Ev ketina girtîgehê ya despêkê bû ku paşê dê navê Sylvia bi çalakiyên girtîgehê pir hatibana bihîstin. Ji salên 1900’an heya 1914’an bi qasî hezar endamên sufrajet an hatin girtin. Vê pêvajoyê Sylvia jî gelek caran tê girtin.

Çalakiya Sufrajetan a greva birçîbûnê

Hikumeta Britanya hikmê siyasî dayîna girtiyên Sufrajet an red kir û ew weke ‘Yên duzena raya giştî xeradikin’ pênase kir. Di heman demê de girtiyên Sufrajetan ji hev dikirin û îskenceya derunî ser wan didan meşandin. Ji ber van pêkutiyan girtiyên ji doza Sufrajetan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hikumeta li hemberî têkoşîna jinan bêçare mayî, çare di zor xwarindan û bi zorê çalakiya wan şikandinê de dît. Sala 1909’an biriyara bi zorê xwarin dayîna çalakgerên jin dan û ew îskence kirin. Ji ber derveyî vîna girtiyan bi zorê xwarin xistin hinavê wan, gelek organê bedena wan xera kirin. Ji ber wê xwarina bi zorê tenê ne organê bedena wan xirakirin, di heman demê de gelek ji wan bi wê îskenceyê jiyana xwe jidestdan.

Mînakek ji wan jî xaltiya Sylvia endama tevgera Sufrajetan Mary Jane Clarke sala 1910’an ji ber bi zorê xwarindan û çalakiya wan şikandinê, piştî ji girtîgehê derxistin du rojan ji ber dilopên xwînê yên ketî ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku sedema mirina Mary ji ber wê xwarina bi darê zorê bûye. Tenê ne Mary hevalên wê yên weke Jean Hewart û Katherine Fry jî di navê de gelek kesên dinê jî ji ber mudaxeleya bi darê zorê jiyana xwe jidest dan.

Vîna li hemberî îskenceyên giran biserketî

Navbera sibata 1913 û tîrmeha 1914’an 8 caran Sylvia hat girtin, her carê ket greva birçîbûnê û her carê jî bi zorê çalakiya wê şikandin. Sylvia îskenceya wê demê dîtî di kovarek Emerîka ya bi navê McClure de wiha nivisiye: “Roja despêkê derbasbû, timî min xwe hinek birçî hîs dikir, lê ticarî canê min tiştek nedixwest. Roja 3’emîn ji bo kîloyên min binêrin, ez derxistim korîdorê. Demek paşê bijîşkek hat û guh da dengê dilê min. Ji min pirsî ‘Tu dê xwarina xwe bixwê?’ Dema bersiva ‘Na’ girtin gotin ‘Wê demê tenê çare bi zorê xwarin dayîna te ye.’ Ji bo lewaz xistina sinirên şoreşgeran vê dikin, lê her carê hêrsa min hîn mezindir dikirin…

Ew çun. Bi şêwazek xerab hemû sinirên min dilerizin, ji ber wan hizrên xirab agirê min derketiye. Ez bibiriyarbûm ku xwarina bi zorê red bikim. Lê min nedizanî çî bikim. Gelek fikirên cuda hatin hişê min, lê di van şertan de weke ku yek ji wan jî nabe. Min solê xwe, firça girtîgehê, şeyê xwe û hinek tiştên dinê xist selikek a kincan û li ber paceya ku min berê pişta xwe didayê sekinîme. Ez difikirîm ger bi ser min de bên, ezê jî van tiştan bigirim bijîşkan. Lê dema dervî vebû, şeş jinên subay ketin hindir û ji dilê min nehat ez wan tiştan bigirim jinan. Ji bo min nebin, ya ji destê min hatî min kir, lê ew şeş bûn, her yek ji wan ji min hîn zêdetir mezin û hêztirbûn. Ez li ser masê dirêj kirim, dest, ling û milên min girtin…”

Ev kêliyên bi zor û zehmetî bi dehan caran ji pênûsa Sylvia yê herikîn, her carê jî aniya ziman ku ew di aliyê fîzîkî de kete zoriyê, her ku diket zorê vîna wê hîn zêdetir bihêz dibû û wiha berdewam dike: “Weke dînan min li ber xwe dida. Min xwe hişk dikir û qirika xwe dişidand. Bawerim ji ber carekê ser xwe çum, ew tup ser devê min rakirin. Di encamê de min axaftinên wan dibihîst û dema ji ser devê min rakirin vereşiyam…” Sedema girtina Sylvia jî ji ber di çalakiyek a jinan de kevir girtiye dikanek a li kenarê rê û cama wê şikandiyebû.

Navê îskenceya ser girtiya ‘zagona pisîk û mişk’ bû

Sala 1913’an hikumetê zagona tahiliye ya girtiyan a demkî ku weke ‘zagona pisîk û mişk’ dihat binavkirin derxistin. Di çarçoveya vê zagonê de girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan nebaş derxistin, yên rewşa wan baş jî cardin di girtîgehê de hiştin. Ev zagonane polîtîkayek dewletê ya weke lîstika mişk û pisîkê ye. Pêvajoyên paşê ev zagon rakirin û hemû girtî serbest berdan. Li peyî van îskenceyan travmayên anîne serê jinên Sufrajetan, li gel wê jî baweriya wan a bi hêz ku deng vedayî ma.

Qada Fedresyona Karkerên Sosyalîst

Sylvia salên paşê hevaltî û dostanî bi endamê Partiya Karkeran Keir Hardie re kir. Sylvia bi daxwaza avakirina rêxistinek sosyalîst a bê alî ji WSPU yê veqetiya û Federasyona Sufrajetên Rojhilatê Londrayê avakir. Keir jî vê pêvajoyê yek ji alîkarê herî nêz ê Sylvia yê bû. Piştî demekê navê Fedresyonê weke Federasyona Karkerên Sosyalîst (WSF) hat guhertin.

Pirtûka Sylvia ya pênûsa wê bihêz a bi navê Dîroka Tevgera Mafê Jinan ê Hilbijartinê sala 1911’an derket. Sylvia bi navê Keştiya Karkeran a bi Zirx rojnameyek heftane derdixist. Bi vê rojnamê li hemberî Şerê Cîhanê yê 1’emîn propaganda dikir. Endamên tevgera xwe yên wijdanê red ji polîsan diveşart.

Hevdîtina bi Lenîn re

Sylvia bi tevgera xwe re tevlî Sksyona Îngîltere ya Enternasyonalîst bû. Piştî demekê tevlî Federasyona Partiya komunîstbû, lê pir ne ajont, ji ber partiyê rojname xwest nedayê ew ji partiyê avêtin. Sylvia bi xwe Partiya Karkerên Komunîst avakir. Li ser vê di gelek civînên sosyalîstên Ewrupayê de axiftin kir. Li ser daxwaza Lenîn çu Soviyetê ziyaret kir û bi Lenîn re jî hevdîtin pêkanî.

Têkoşîna li hemberî nijadperestî û faşîzmê

Têkoşîna xwe vegerand dij nijatperestî û faşîzmê, ser vê têkoşîna maf û azadiyê bi dehan caran kete girtîgehê û derket. Di vê navberê de rojnamegerek Îtalyan bi navê Silvio Corio naskir.  Sylvia li Başurê Îtalya dema şahidiyê ji şideta faşîstan ser gel û komên siyasî re dike nêrînên wê yên hemberî faşîzmê hîn zêdetir derdikeve pêş. Sylvia ya heya wê demê ji bo bidestxistina mafê jinan di nava têkoşînê debû, ji wê demê û şon de êdî li hemberî nijadperestî û faşîzmê jî dikeve nava hewildanan.

Sylvia û Silvio yên aşiqên hevbûne sala 1924’an li Woodfordê dest bi jiyanek bi hev re dikin. Sala 1927’an kurê wê navê bavê xwe Richard lêkirî tê diniyayê. Piştî 45 salan anîna vê zarokê û zoriyên pêvajoya ducanîbûnê wê ber bi nivîsîna pirtûkekê ve dibe. Sala 1930’an bi navê Dayikan Çavdêrîbikin pirtûka wê di refan de cihê xwe girt. Mijara pirtûkê jî li hemberî mirina zarok û dayikê tedbîrên bên girtinbû. Zewac û girtina paşnavê hevjînê xwe nepejirand.

Yek ji tayîbetmendiyên wê yên herî wê cuda dikir jî li kuderê tindî û şidet hebûya li wê bû. Sala 1930’an piştevaniya Komara Îspanya dike, paşê jî ji faşîzma Naziyan direve û piştevaniya yehudiyan dike. Wê welatê xwe bi cîhanê re kiribû yek û bi wê baweriyê jiya. Ji têkoşîna parastina nihadî jî kêm nema û yekem kesa rojnamegerek reşik li gel xwe daye xebitandine.

Sylvia di jiyana xwe ya Woodford ê de giranî da parastina mafê mirovan. Di heman demê de gelek xwend û nivîsî. Etiyopya ya rastî êrîşên Îtalya yên faşîzane hatî bala wê kişand û hinek jî xebat ji bo wan kir.

Sala 1954’an hevjînê wê Silvio jiyana xwe ji dest da. Li ser mirina hevjînê wê Împerator Haile Selassie sala 1956’an Sylvia dawetî Etiyopya yê kir. Etiyopya bû memleketê jiyana wê ya mayî. Ji bo parastina Etiyopya ya dibin îşkala Mussolînî de rojnameyek derxist. Sylvia 27’ê Îlona 1960’an li Etiyopya yê çavên xwe li jiyanê girt. Hîna jî vîn û têkoşîna wê li hemû erdnîgariyên cîhanê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye.