Strana Rojê: Rubar rashid kakayi - kirkuk

Jina ciwan a stranbêja Kerkukê, stranek a naveroka wê li ser bi hev re jiyana welatiyên Kerkukê belav kir. Strana peyama aştî û bi hev re jiyana welatiyên herêmê digire nava xwe bi çar zimanên Kurdî, Erebî, Tikmenî û Suryanî hatiye gotin.

Rubar Reşîd yek ji hunermendên bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê ye û xwedîyê çend berhemên bi nav û deng e. Bi stranên xwe bala hemû xelkê kêşaye ser yekgirtin û bi hev re bûnê, ji ber wê jî gelek tê guhdarî kirin. Yek ji stranên wê yên bi nav û deng strana ji bo Kakayiyan ya bi navê ‘Hawrê Kakayî’ (Hevalê Kakakyî) di vê stranê de hewil daye êşa Kakayiyan nişan bide.
Berhema hunermenda Kerkukî Rubar Reşîd ya nû ya bi navê Kerkuk di 27’ê Gulanê de ket weşanê. Di vê berhema nû de peyama bi hev re jiyana gelê Kerkukê dide. Ev strane bi çar zimanên Kurdî, Erebî, Tirkmenî û Suryanî hatiye gotin. Stran ji aliyê Ehmed Heyas ve hatiye nivisandin. Hunandina zimanê Kurdî ji aliyê Aram Peşêw û Mirza Nuser, hunandina zimanê Erebî ji aliyê Husam Sebah, hunandina zimanê Tirkmenî ji aliyê Qehtan Beyatî û hunandina zimanê Suryanî jî ji aliyê Huner Gurgês Corc ve teksta wê hatiye amadekirin. Kilipa vê stranê bi cil û bergên netawên cûda yên Kerkukê hatiye amadekirin, wêne girtina li qela Kerkukê ji aliyê Stavî Muzik jenî Îran Rojhilat ve hatiye amadekirin.