Strana rojê: Rewşan Çeliker-Wext Lazim Bu

Rewşan Çeliker a ku albuma wê ya despêkê “Ax Lê Wesê” di sala 2018’an de derketî li navçeya Tatwana Bedlîsê hatiye dinê. Rewşana ku heta 13 saliyê li Tatwanê jiyayî paşê tevî malbata xwe koçî Mêrsînê dikin. Jiyana wê ha hunerê bi saza ku birayê wê yê mezin jêre hediye girtî re despê dike, heya digihê albuma wê ya bi navê “tov” a 10’ê çileya 2020’an derketî.
Piştî ku beşa li Zanîngeha Enqerê ji Beşa Derunasî û Şêwirmendiyê mewzun dibe li Zanîngeha Bahçeşehirê Lîsansa bilind a Lîstokvaniyê dixwîne, di ber de jî perwerdeya keman, armoni û viyola yê dibîne. 
Li gelek deverên Tirkiyê di festîfal û şahiyan de din ava Orkestraya Pera Jazz, Haliç û Orkestraya Oda ÎTU, Civakên Mizuka Nûjen û Orkestraya Muzîkên Filman a Stenbolê de konser daye. Di nava komên Acustic Moods û Horizon ê de li keman û vokal ê daye. 
Di heman salan de din ava proja AB a çandi ya bi navê “Orkestraya Senfoniya Melodiyên Aştiyê” ku li Ermenîstan û Gurcistanê bi Şefê Orkestrayê Aram Talalyan re xebitiye.
Di repertuvara wê de arşîva muzîka Kurdiya ku xwe dispêre xebatên ji sala 1930'an ên radyoya Êrîvan û Bexdayê ku kompozitorê Ermenî Gomidas Vartabed berhev kiriye. 
Hunermenda ku salên dirêj bi dengê xwe xebat kiriye hîna jî di şano û sînemayê de lîstikvaniyê dike. 
Rewşan a ku demeke li deverên Ewrupayê yên weke payîtexta çand û muzîkê tên zanîn derdikeve dikê li welat û derveyî welat konserên wê didomin. 
Niha jî emê we bi parçeyek ji albuma wê ya “Tov” re bi tenê bihêlin…