Strana rojê: Meryem Îbrahîmpur - Bulbulî Bal Şikawî

Navenda Nûçeyan – Meryem Îbrahîmpur di sala 1968’an de li Sine ji dayik bûye. Ew yek ji solîstên koma stranan Kamkaran e û heta niha bi koma xwe re li gelek welatên cîhanê konser dane.

Meryem Îbrahîmpur bi strana “Bulbulî bal şikawî” ya ku ji aliyê helbestvanê Kurd Hêmin Mukriyanî ve hatiye nivîsandin, di nava çand û hunera Kurdî de bi dengê xwe yê xweş cihekî girîng girtiye.