Strana Rojê: Joan Baez/Donna Donna

Hunermenda Emerîkî ya folklorî, nivîskara stranan Joan Baez di 1941’an de ji dayik bûye, bi kesayetiya xwe ya çalakvan û ramanên xwe yên siyasî  li pêş e. 
Piranî mijara stranên wê li ser pirsgirêkên civakî ne, ew dîsa jî tevî dengê xwe yê xurt, zelîl û temenê xweyê mezin performansa xwe ya li ser dikê didomîne. Cîhan bi qasî stranên wê bi parêzvaniya wê ya mafê jin û mirovan, mafên karkeran, dijî şîddet û hestyariya hawîrdora nas kir. Tevî zimanê Tirkî, bi heşt zimanên cuda stran gotiye. Albûma wê ya yekem ji stranên klasîk pêk dihat, piştre îmza avêt bine bi dehan albuman. Dest bi çêkirina stranên ku tevgera muzîka folklorê diyar dikin kir. Hunermenda ku albûmek taybetî ya ku Nifşa 1968’an dide xuyakirin derxist, yek ji pêşengê piştîvana sazkirina Tevgera Navneteweyî ya Efû (Amnesty International) kirine bû. Ji bo piştevaniya xwe ya li hemberî Şîlî ya ku bi dîktatoriyê dihat birêvebirin nîşan bide albûmek Îspanyolî derxist. Strana wê ya "No Nos Moveran" (Em ê neyên koçkirin) a ku  di albûma wê de cîh digre, ji 40 salan zêdetir e li Îspanyayê qedexe ye. Lêbelê, piştî mirina Dîktator Franco, Joan Baez beşdarî bernameyek televîzyonê ya li Madrîdê bû û stran ji bo gelê Îspanya yê dibêje.
Bi Aştîparêzên Îrlandayê re meşiya, beşdarî xwepêşandanên ji bo cemidandina wesayîtên şerê nukleerê bû. Ew Xelata Earl Warren ya Yekîtiya Azadiyên Sivîl ên Emerîkî (American Civil Liberties Union) stend. Bi xwe, Komîteya Mafên Mirovan a Navneteweyî (Humanitas International) damezrand û 13 salan wekî rêvebera wê xebitî. Di 1978 û 1979’an de, Xelata Muzîkê ya San Francisco Bay Erea (BAMMY) ya vokalîsta salê ya herî baş a jin girt. Di 1993’an de, nasnavê yekemîn hunermenda sereke ya ku piştî şer li Sarajevo konserek da girt. Gava dor hat 2001’an, bi projeya pargîdaniyek muzîkê, hemî melodiyên ku di navbera 1960-1972’an de gotî, anî rewşa zincîrê CD’ yê.
Sala 2007’an di Gala 49’emîn a Sala Xelatên Grammy de, xelata Baez ya di tevahî jiyana xwe de serfirazî (Lifetime Achievemend) hate dayîn. Tevî temenê xwe yê mazin, Joan Baez bêyî ku di jiyana xwe ya muzîkê an jî kesayetiya xwe ya çalakvan de bê ku tawîz bide xebata xwe didomîne.