Strana Rojê: Ji tembûra Mozhgan Kavsi…

Em ê guhê xwe bidin tembûra girtiya siyasî, çalakvan, nivîskar û hunermenda Îranî Mozhgan Kavsi…

Mozhgan Kavsi, ji ber karê xwe yê çalakvaniyê ya li welatê xwe dimeşîne bi idiayên cûr be cûr ên mîna ‘Heqret li serokên komara Îslam ya Îranê kiriye’, ‘Li dijî rejîmê propaganda kiriye û mirovan tewiqî şer kiriye’, ‘Aramiya welat xirab dike û bi welatên dijmin re hevkariyê dike’ li girtîgehê tê girtin.

Herî dawî di mehên bûrî de piştî 35 rojên lêpirsîna bi îşkence, sewqî girtîgeha Tankabon kirine û darazandina wê hîn berdewam dike.