Strana Rojê. Dîna/Leila Qasim

Hunermend Dîna ya ji Başurê Kurdistanê strana bi navê Leila Qasim, ku jiyana Leyla Qasim girtiye dest amadekiriye û dibêje. Sitrana Leila Qasim stranek lorîkiye û bi zimanê Soranî hatiye gotin. Gotinên vê stranê bi tipên latinî bi zimanên cuda di nava kilibê de derbaz dibe. 
Leyla Qasim di sala 1952’an de li Xaneqina dikeve sînorê Iraq û Îranê de ji dayik dibe. Di zanîngeha Bexdayê li ser xwendevanan xwedî bandorekê ye. Li beramberî Rejîma Seddam bi tu awayî serî ne tewand hertim peyama xwedî derketina tevgera azadiyê dida. Leya û hevalên xwe ji aliyê rejima Baas ve di sibeha 12’ê Gulanê de tên darvekirin.  Dema leyla diçe ber darê sêdarê merşa Netewî Ey Raqîb dixwine û wasyeta wê ew bû ku ‘Dema ez mirim xemgîn nebin, bila ji keziyê pora min alan çêbikin!.’
Di stranên hunermend Dina de mirov dikare nişaneyên Leyla Qasim bibine.