Strana Rojê: Dilbera Wekîl- Xesiyê

Dilbera Wekîl, bi eslê xwe ji Wanê ye, di 14’ê Gulana 1957’an de li gundê Came Xerabe yê Aboviyana yê girêdayî Ermenistanê ji dayik dibe. Di 14 saliya xwe de li Radyoya Êrîvanê dest bi gotina stranan dike. Di sala 1977’an de tevî muzîsyen Xelîlê Ebdullah û malbata Wekîle Koma Kurdistanê ava dikin. Koma Kurdistanê ne tenê stran, di heman demê de koma folklorê ye jî. Stranên wê yên destpêkê û navdar “Nînim Nînim”, “Axa hatin”, “Eyşanê” , “Holê”, “Fatimê”, “Her çemoo”, “Hecê”, “Bêrivan”, “Têriya Mamo”, “Sûne”, “Kezîzerê”, “Xesiyê” û bi dehan ên din hene. Lê mixabin ji ber di wê demê de derfeta tomara deng tunebû, gelek ji wan stranan di arşîvên Radyoya Êrîwanê de mane. Dilber ji sala 1993’yan ve li ser Kurdistan, şehîdên Kurdistanê û azadiya welatê xwe stranan dibêje.