Strana Rojê: Dengbêj Meyrem Xan - Bavê Koroxli

Sala 1904’an li bajaroka Dêrgulê yê Şirnexê ji dayik bûye û di nava malbatek giringî bi dengbêjiyê didan de mezinbûye. Rastiya welat û civakê bi dengê xwe yê qedîfe distiriya û ji ber wê bedewiya dengê xwe weke Sultana Kurdan hatiye navkirin. Bi gotina: “Bê dengbêjî nikarim bijîm, ji ber di xwîna min de heye” rêwîtiya xwe ya dengbêjiyê ji Botanê ber bi Behdînanê ve domand. 
Piştî 12 salan dengbêjiya li Zaxo û Musilê vêcarê jî ji bo qeyîd kirina stranan berê xwe dide Bexdayê. Di radyoya Bexdayê de xebatek giranbûha ji bo dengêbiyê kiriye û cara yekê stranên kurdî qeyîd kiriye. Sala 1949’an li Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe û bi merasîmek girseyî li Goristana Şêx Marûf tê oxirkirin.