Strana Rojê: Dara Berû

Di pêvajoyên dîrokê de dara berûyê şibandine bedena xwedawendan. Ji bo ebedîbûn û bêmiriniyê peykerên xwedawendan ji dara berûyê çêkirine. Heya demekê cezayê birîna dara berûyê kuştin bû. Hinek pêvajoyan jî dema ku kes neçar bibe darek berûyê jêbike, divê di cihê wê de teqez yekî nû biçîne. Di mîtolojiyan de jî timî tê dîtin ku herçî dar dema bê birîn cezayê wê heye. Li ser goristanan çandina darên berûyê jî ji wê kevneşopiyê tê. Di baweriyên qedîm de weke dareke pîroz hatiye dîtin. Berû hevalên rojên teng in, herî dawî di sê mehên ambargoya Geliyê Qiyametê û Deşta Etrûşê li ser penaberên ji bakurê Kurdistanê hat meşandin de rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne ji berûyan bûya dibe ku nîvê penaberan di Geliyê Qiyametê de ji birçîna bimriyana. Jixwe ji navê wê diyar e di gelek qiyametan de bûye stargeh û pişta welatiyan girtiye.

Keçên dara berûyê

Di mîtolojiyan de jî dara berûyê xwediyê girîngiyek mezin bûye û di nivîsan de cih girtiye. Di baweriyan de wekî hêzê cihê xwe girtiye. Li gorî hinek efsane û çîrokan keçên van daristanan hebûne û bi navê Dryad dihatin zanîn. Dibe ku koka peyva dar ji navê keçên daristanê yên wê demê ketiye zimanê me. Ji vê gotinê jî diyar dibe ku ew dareke qedîm a destpêka jiyanê ye. Li gorî bawerî û mîtolojiyan timî birîna daran wekî guneh hatiye dîtin. Hinek caran cezayê mirinê dane yên dar birîne, hinek caran jî li gorî pêdiviyan dema bê jêkirin divê di cihê wê de yeka din bê çandin. Li herêmên ji keçên daristanê Dryad bawer dikirin jî dema pêdiviya wan bi dar çêbûye û divê darek berûyê bibirin ji bawermendan pirsîne. Bawermendan jî kîjan dara ku keçên daristanê jê dûr ketine nîşan dane wiha hatine jêkirin û darên keçên daristanê jê dûr neketine jî destê xwe lê nedane. 

Li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ji dîrokê heya niha neslê xwe li hemberî hemû talan û wêraniya xwezayê domandiye. Her ku di operasonên li ser Botan û Zagorosan de dagirkeran agir bi daristana wê xistine saladinê carekdin ji kolên xwe şîn bûye û bi înad hebûna xwe domandiye.

Hunermend Kijan Ibrahim Xeyat jî li ser bedewiya wê distire û bi strana xwe ya bi navê dara berû dildariya xwe ya ji bo dara beruyê pênase dike.