Strana Rojê: Chopy Fatah/ Serbestî | چۆپی – سەربەستی

Hunermenda kurd a Kerkûkî Chopy Fatah di salên 1990î de li Holandayê dest bi xwendina muzîkê kir. Di sala 1996’an de derbasî Akademiya Muzîka Kurdî dibe û li wir jî perwerdeya xwe ya li ser muzîka Kurdî diqedîne.

Di sala 2000'î de li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ser sehneyên ku gavên xwe yên ewil avêtin bi muzîka kurdî ji bi mîlyonan kesan re stran gotin. Chopy Fatah di sala 2003 de albûma xwe ya yekem bi navê “Çît Naw Binêm” derxist; paşê albûmên "2007 - Nawit Denem Jino", "2010 - Crystal", "2011 - Şara", "2012 - Baran", "2017 - Bnar".

Çopî Fetah ku berhema xwe ya dawî ya muzîkê “Serbestî | چۆپی – سەربەستی” diyarî berxwedana jinên Îran û Rojhilat kir,  li ser hemû platformên medyaya dîjîtal strana xwe bi hezkiriyên muzîkê re parve kir.