Strana Rojê: Berfîn Aktay-Canda

Berfîn Aktay li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye û niha li Stenbolê dijî. Dema li Lîseya Anadolu ya Nisêbînê dixwend, bi şîreta mamoste û hevalên xwe dest bi muzîkê kir. Di demek kurt de bi strana Kurdî ya bi navê "Canda", ku di salên dibistana amadeyî de digot, hate nasîn. Piştî qedandina dibistana Amedeyî xebatên xwe yên mûzikê dewam kiriye. Di roja meya îro de,  bi awayek çalak xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Wekî din, ew li Konservatuara Dewletê ya Muzîkê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, ku di 2017’an de qeyd çekiriye,li Sêwirana Dengê Teknolojiya Muzîkê dixwîne. 
Berfin Aktay yek ji wan dengbêjên muzîka Kurdî ye, ku xebata wê di medyaya civakî de ji hêla bi mîlyonan kesan ve tê şopandin.